Li Filistînî yekem jin e ku di warê ewlekariyê de dixebite

Rîm Suker yekem karmenda ewlekariyê ye li Xezayê, qeyd û kevneşopiyên ku civakê li ser jinan bi erkên sînordar tenê ferz kiriye dişkîne.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Di  navendeke bazirganiyê de jina bi navê Rîm Suker bi cil û bergên ewlekariyê rawestiya ye erka parastinê dike, urf û kevneşopiyên civakî paşguh dike û bendên tirsa ketina van karan dişkîne.

Ji karê ewlekariyê hez dike

Rîm Suker a 36 salî ji ajansa me re axivî û got: “Ev kar nêzî beşa xwendina min a zanîngehê ye. Di beşa zanistên ewlekariyê de dixwînim. Min xwest ez weke karmenda ewlekariyê kar bikim dema min hinek agahî tevî hevjînê xwe di vî warî de dixwendin, min xwendina xwe zanîngehê qedand.”

Nêrîna civakê cuda bû ji ber ku tê nasîn ku civaka Filistînî xwedî urf û kevneşopiyên diyar e hemû gel li ser wê rêgezê dimeşin. Di vî warî de Rîm dibêje: “Min ji vî karî hez kir, ez guh nadim şîrove û redkirina kesan çi dibe bile bibe ez ê karê xwe bikim.”

‘Min guh neda rexneyan’

Der barê astengiyên pê re rûbirû dimîne de jî dibêje: “Min qet guh neda rexneyên neyênî weke ku min nebihîstibe. Ez karê xwe baş temam dikim ji ber ku bawer im civaka me xwedî kevneşopiyên diyar e. Dema min xwest kar bikim çûm gelek şîrket, banka û navendên bazirganiyê lê nêrîna civakê hebûna jinan di warê ewlekariyê de napejirîne. Min lêgerîna xwe ji bo kar berdewam kir heta kar di bankayek de dît û wan piştgiriya min kirin. Di bankayê de yekemîn pirsgirêkên kar pê re rûdan dema min xwest pirsgirêkeke di navbera du kesan de çareser bikim ji min re gotin em mêrekî ewlekariyê dixwazin ne jinekê.”

‘Kesên di karê ewlekariyê de bixebitin divê berpirsyar bin, bêhna wan fireh be’

Der barê taybetmendiyên ku divê bi kesên vî karî dikin re hebe wiha dibêje: “Divê xwedî kesayetek xurt bin di kar de, berpirsyar bin û zextê tehemul bikin, bikaribin nakokiyan bi rêbazên cidî çareser bikin, di dema krîzan de bi lez tevbigerin.”

Rîm Suker teqezî li ser hebûna endamên ewlekariya jinan di cihên kar de dike bi taybetî gelek bûyerên ku di navbera jinan de diqewimin, zilamên ewlekariyê nikarin destwerdana lezgîn bikin û çareser bikin. Li ser wê yekê jî dibêje: “Girîng e civak rola ewlekariya jinan di bidawîkirina nakokiyan û pirsgirêkan de têbigihîje. Jin weke mêran dikarin bi erka parastinê rabin.”

‘Di vê cîhana mezin de divê em cihê xwe baş çêbikin’

Di dawiya axaftina xwe de Rîm Suker dibêje: “Peyama min ji bo jinên ku dixwazin kar bikin ew e ku astengiyên li pêşiya xwe rakin. Di warê ku ji bo mêran tenê hatine diyarkirin de divê xwe ferz bikin, benda tirsê bişkînin û guh nedin gotinên beşeke ji nava civakê ku xwe bi qalibên kevneşop ve girêdane. Em îro di cîhaneke mezin de dijîn beşdariya jinan di hemû waran de heye bi destkeftî û afrîneriyên jinan divê em gavên serkeftî bavêjin.”