Li Stenbolê di avahiyek 16 qatî de şewat derket 8 kes mirin 15 kes birîndar bûn

Li navçeya Beşîktaşa Stenbolê, di şewata ku di tadîlata navendeke şahiyê ya di bin avahiyeke 16 qatî de derket de, 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 jê giran 15 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Li Kolana Gundogdu ya navçeya Beşîktaşa Gayrettepeya Stenbolê, îro di saeta 12:47’an de li navendek şahiyê ya ku di bin avahiyek 16 qatî de bû, ji ber tadîlatê şewat derket.

'Kesên di tadîlatê de dixebitîn jiyana xwe ji dest dan'

Piştî îxbarê, ekîbên agirkuj, ên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîbên agirkujiyê bi 31 wesayîd û 86 personelan mudaxeleyê şewatê kirin. Waliyê Stenbolê Davut Gul di daxuyaniya xwe ya li cihê bûyerê de wiha got:

"Em sedema şewatê nizanin. Kesên birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dane xebatkarên tadîlatê bûn. Kluba şevê di sala 1987'an de ruxset girtiye û di sala 2018’an de jî ruxset nû kiriye. Li mekana ku li binê avahiyê wekî dîskotek dihat bikaranîn, tadîlat hatiye kirin. Bi giştî 23 kes ji bûyerê bi bandor bûn. 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 jê giran 15 kes jî birîndar bûne.”