Dê ji bo girtina Reyhan Abdî îtiraz were kirin

Şaxa OHD'ê ya Stenbolê dê der barê girtina welatiya Rojavayî Reyhan Abdî ku bi pitika xwe re hat girtin îtîraz bike.

Navenda Nûçeyan-  Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê ji bo Reyhan Abdî ya Rojavayî ku 28 Tebaxê li Stenbolê hat binçavkirin û piştî bi pitika xwe ya 2 mehî re sê rojan hatin binçavkirin, hatin girtin de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya çapemeniyê ku Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Stenbolê Gurkan Îsteklî, parêzerê Reyhan Abdî, Ferat Bogatekîn û parêzerên OHD'ê beşdar bûn de, metna daxuyaniyê parêzera Komîsyona Mafên Zarokan a OHD'ê Emîne Umaz xwend.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku girtina zarokan di girtîgehê de mafên ku Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ku Tirkiye jî alîgirê wê ye, binpê dike û wiha hat gotin: "Girtin di pêşveçûna derûnî ya zarokan de dibe sedema zirarên ku nayên vegerandin. Em daxwaz dikin ku beriya tedbîrên binçavkirinê bên girtin, mafên bingehîn ên zarokan li ber çavan bên girtin.”

 "Divê tedbîra mijara gotinê di zûtirîn demê de bê bidawîkirin"

Di daxuyaniya ku tê de hat gotin, nêzî 400 zarok di girtîgehên Tirkiyeyê de ne, wiha hat gotin: “Em bang li Wezareta Dadê dikin ku li ser vê mijarê ji bo tenduristiya pêşketina zarokan pir girîng e, lêkolînek hesastir û berfireh bike û demildest van projeyan li hemû girtîgehan pêk bîne. Eşkere ye ku derfetên tenduristî û xwarinê yê pitika 2 mehî ya ku sê roj berê bi dayika xwe re hat girtin û şandin girtîgehê, di şert û mercên saziyên girtîgehê yên îro de nayên bidestxistin.”

Dê îtîraz bike

Parêzerê Reyhan Abdî, Ferat Bogatekin jî wiha axivî: “Tevî ku ji bo pitika xwe xwarin amade bike tevahî roj ava germ xwestiye jî avê nedanê. Zarok ji ber şert û mercan pirsgirêka qebzê dijî, şîrê dayikê qut bûye. Dema destpêke hat girtin, paçê pitîkan hat dayîn lê dema xilas bibe neçar e ji kantînê bikire. Ev jî dê heta 15 rojan bidome. Em ê sibê ji Dadgeha Cezayê Sulhê û Dadgeha Cezayê Asliye re îtîraza xwe bikin."