Gulan Ateş: Ewlehiya jiyana lawê min nîne
Gulan Ateş a dayîka Kurbanî Ozcan a girtî li girtîgehê rastî îşkenceyê hat wiha got: “Ez ê lêgerîna mafê lawê xwe bidomînim.”

Amed - Dayika girtî Kurbanî Ozcan ku bi raporan hate tespîtkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3’an a Amedê îşkence lêkirine, Gulan Ateş nobeta edaletê ya ji bo tundiya li ser lawê bi dawî bibe û wî sewqî Erziromê bikin dabû destpêkirin, ji ber nexweşiyê navber da.
Gulan Ateş a beriya biçe Erziromê ji Ajansa Mezeopotamya re axivî, diyar kir ku çalakiya xwe neqedandiye, ji ber pirsgirekên xwe yên nexweşiyê navber daye.
Gulan Ateş, wiha axivî: “Ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê nikarim rawestim, lê ez ê çalakiya Nobeda Edaletê bidomînim. Ewlehiya jiyanê ya zarokê min nîne. Dê wî bikujin. Her cara min digerê em herdu jî digirîn. Dema ez hevdîtina wî, bi çavên xwe şopên birîne yê di laşê zarokê xwe de dibînim. Rêveberiyên girtîgehê li dijî lawê min plan çêdikin. Tiştekî wiha dibe? Li ku be bila bibe, ez ê mafê zarokê xwe bigerim. Ez nexweş im, nikarim nobetê bidomînim, lê pey vê rewşê nehêlim. Ez bi fikar im; ez dixwazim ji rewşa kurê min re çareseriyek bê dîtin.”