Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî rastî êrişa polîsan hatin

Polîsan dîsa êrîşî Dayikên Şemiyê kirin. Polîsên ku êrîş birin ser kesên xwestin li Qada Galatasarayê ku tevî biryara “binpêkirinê” jî dorpeç nehat rakirin daxuyaniyê bidin, 23 kes binçav kirin.

Navenda Nûçeyan – Çalakiya Dayikên Şemiyê ku bi daxwaza hînbûna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan her hefteyê li dar dixin, di hefteya 945’emîn de dom kir. Dayikên Şemiyê û parastvanên mafan ku xwestin Qada Galatasarayê tevî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara “binpêkirinê” daye daxuyanî bidin, vê hefteyê jî rastî astengkirin û êrişa polîsan hatin.

Dîmen girtina rojnamegeran hat astengkirin

Dayik û kesên pê re, ji ewil li pêşiya bariyerên polîsan ên li qadê hatin dorpêçkirin û piştre jî hatin binçavkirin. Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci û parêzer Merîç Eyûpoglû jî tev li çalakiya dayikan ya vê hefteyê bûn. Dayikên ku bi mertalan hatin dorpêçkirin, bertek nîşan dan, di vê keliyê de dîmen girtina rojnamegerên ku nûçe dişopandin jî hat astengkirin. 

23 kes hatin binçavkirin

Piştre jî Dayikên Şemiyê û Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî jî di nav de bi giştî 23 kes hatin binçavkirin.

Navên kesên hatine binçavkirin wiha ye: “Hanîfe Yildiz, Mîkaîl Kirbayir, Îrfan Bîlgîn, Masîde Ocak, Hasan Karakoç, Faruk Eren, Fîlîz Karakuş, Sebla Arcan, Şebnem Korur Fîncanci, Gulseren Yolerî, Umît Efe, Leman Yurtsever, Meryem Goktepe, Gamze Hizli, Mumtaz Mûrat Kok, Merîç Eyûboglû, Erhan Pekçe, Sînan Gokçen, Alî Tosun, Yaşar Demîrcan, Nîmet Tanrikulu, Hîlmiye Oz û Done Gevher.”