“Avakirina Şengalek azad bersiva hemu plangeriyên komkujiyan e”

Di panela dûyemîn a Konfaransa Navnetewî ya Jinên Iraqê de, jinên Êzidî bi bîr xistin ku heta niha jî plangeriya li ser Şengalê berdewam e û bersîva li hemberî hemû komkujî û pilangeriyan avakirina Şengalek azad a bi pêşengtiya jinên Êzidî ye.

Bexda - Bi pêşengtiya komeleya jinên Iraqê, Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî TAJÊ û kesayetên jinên Iraqê Konfaransa Navnetewî ya Jinên Iraqê ya bi dirûşama ‘Bi Vîna azad a Jinê em li hemberî jenosîda Şengalê têdikoşin’ ku danê siharê destpê kiribû, bi panêla xwe ya dûyemîn berdewam dike. Di panela dûyem û sêyem de nîqaşên girîng hat meşandin.

 Di panela dûyemîn a konferansê de li ser qonaxên êrîşên jenosîda 3’ê Tebaxa 2014’an û hewildanên ku ji bo carekdin ev jenosîd dûbare nebe, nîqaşên girîng hat meşandin û panel ji aliyê Faîze Xetab ve hat rêvebirin. Di beşa yekem a panela dûyemîn de Seroka Şaredariya Helepce Kuwêstan Ekrem Ferac li ser mijarê axifî û got: “Jenosîda li civak û jinê mînaka kîmyabaran Helepce ye ku heta niha sedema pirsgirêka derûnî ya civakî, xwezayî û gelek pirsgirêkên din in. Ez di wê baweriyê de me em ê hewil bidin ku jenosîda Şengalê û jinên Şengalê, weke kîmyabarana Helepce û jinan neyê piştgûh kirin.”

“Îradeya jinên Şengalê zêde ye ku van hemû êrîşan vale derxin”

Jina Şengalî ku dîl ketibû destê çeteyên DAÎŞ’ê û paşê ji aliyê şervanên azadiyê ve hatibû rizgarkirin Necad Babir Xelef wiha behsa roja fermana 74’an kir û got: “Em 600 jin bûn ku ketin destê çeteyên DAÎŞ’ê û li gel gelek zarokan, di bazaran de li beramberî 5 dolaran dihatin firotin. Ew jinên ku hatin firotin, ew jinên ku di wê rewşê de me ditî bi tû zimanan nayê behskirin. Jiyanek gelek zehmet bû ku di destê çeteyên DAÎŞ’ê dihatin firotin mêr dihatin, jinan hildibijartin ji bo kirînê. Birayê min û keça min heta niha tû xeber ji wan nîne ka çi bi serê wan hatiye. Ev jenosîd rû da lê belê ne qerûbaya derûnî ne jîtiştek din nehate kirin û tu çareserî ji bo rewşa wan jinan nehatiye dîtin û hemû soz didin wê kar ji bo Şengalê bikin lê belê ne rast e. Weke jin û gelê Şengalê îradeya jinan zêde ye ku van hemû êrîşan vale derxin. Îro ez dikarim biaxivim, bi saya îrade û rêxistinkirina li Şengalê ku bi pêşengtiya bi hezaran jinên azadîxwaz ev yek çêbûye.”

“Civakek azad bi pêşengtiya jinên azad pêk tê”

Berpirsa peywendiyên karê derve ya TAJÊ Seham Daxil Reşo di dema êrîşên 3’ê Tebaxê de temenê wê 13 salî bû û piştî rizgarbûnê dibe jinek pêşeng û karê rêxistinên jinan li Şengalê dike û niha jî berpirsê peywendiyên karê derve ya TAJÊ ye pêyamek şand konferansê. Daxil Reşo di peyama xwe de da diyarkirin ku jinên Şengalê li bazaran hatin firotin û rastî komkujiyê hatin, lê belê bersîva hemû êrîş û komkujiyan avakirina xwe rêveberiya Şengal û xwe rêxistinkirina jinan e da ku civakek azad bi pêşengtiya jinên azad pêk were.

“Divê ji li hemberî aqilê xistin û kolekirina jinê bisekine”

Di panela sêyem ya di derbarê sedemê jenosîdê û qirkirina jinan a li Îraqê de Zeyneb Murad peyamek pêşkêş kir û got: “Jinên Kurd jiyanek nivî ji bo xwe hilbijartine, piştî vê karesta çeteyên DAÎŞ’ê encam daye, jina xwe bi rêxistin kir û bi îrade û hêzek din vegran meydana şer. Divê jin ji wê bîr û baweriyê û qalê têbigihin ku hemû hewil dane şikandin û jin û bi kolekirina jinê wisan kir ku li beramberî vê yekê derbikeve, divê jin li ser lingê xwe bisekinin û serbixwe bin ji bo şikandina vê sîstem û aqlê mêrsalarî.”

Konfaransa navnetewî ya jinên Iraqê bi dirûşama ‘Bi Vîna azad a Jinê em li hemberî jînosayda Şengalê têdikoşin’ berdewam dike.