Dayikên Şemiyê li aqûbeta bav û kurê ku ji aliyê Hîzbulahê ve hatin revandin pirsîn

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Îbrahîm Çelîk û lawê wî Edîp Çelîk ku 29 sal berê li Êlihê ji aliyê Hîzbullahê ve hatin windakirin û êdî tu xeber ji wan nehat girtin pirsîn.

Stenbol- Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 939’emîn de bi riya online çalakiya xwe li dar xistin. Dayikan vê hefteyê li aqûbeta Îbrahîm Çelîk (50) û lawê wî Edîp Çelîk (19) ên li gundikê Zorava yê Êlihê di 10’ê Tîrmeha 1994’an de ji aliyê endamên Hîzbullahê ve hatin revandin û êdî tu agahî ji wan nehat girtin, pirsîn.

Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Endama Komîsyona Windayan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Masîde Ocak ve hat dayîn.

‘Erdogan civakê ji heqîqetê dûr dixe’

Masîde Ocak helwest nîşanî gotinên Erdogan ku ji bo HUDA-PAR’ê ku dewamiya Hîzbullahê ye gotibû ‘xwecihî û neteweyî ne’ nîşan da û destnîşan kir ku Erdogan armanc dike civakê ji heqîqetê dûr bixe. Masîde Ocak wiha behsa pêvajoya windakirina Îbrahîm Çelîk û lawê wî Edîp Çelîk kir û got: “Di salên 90’î de Hîzbullaha ku li ser bingeha stratejiya şerê taybet dixebitî, bajarê Êlîhê jî wek baregeh bi kar dianî. Têkiliya Hîzbullahê bi dewletê re hebû. Têkildarî vê yekê jî dane di Rapora Komîsyona Lêkolînên Cînayetên Faîl Nediyar a Meclisê de jî hatine tomarkirin.”

Şeva 10’ê Tîrmehê 4 kesên bi rûpoş û çekdar çûne li deriyê Îbrahîm Çelîk xistine û bi hinceta ku cih nîşanî wan bide wî binçav kirine birine. Edîp Çelîk jî ji bo bavê xwe bi tenê nehêle bi pey wan ketiye û wî jî revandine.

29 sal in tu agahî ji wan nehatiye girtin

Masîde Ocak destnîşan kir ku malbat ji bo ku bav û lawê xwe venegeriyane malê, serî li leşkeran û emniyetê dane û wiha got: “Têkildarî bûyerê navê endamên Hîzbullahê hatine dayîn. Li dozgeriyê gilî hatiye kirin. Lê belê hemû hewldan û serlêdanên malbatê bê encam mane. Careke din ji Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk xeber nehatiye girtin. Merese Çelîk ji bo hevjîn û lawê wê bên dîtin gelek caran serlêdanan kiriye û xwestiye lêkolîn û lêpirsînek bi bandor bê vekirin lê tiştek nehatiye kirin. 29 sal in Îbrahîm û Edîp Çelîk winda ne û aqûbeta wan di tarîtiyê de hatiye hiştin. Kujer jî bêceza ne.”