TJA: Divê îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bibe

TJA’yê diyar kir du sal in bi tu awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: "Em bang dikin ku pergala îşkenceya li Îmraliyê raweste û li dijî tecrîdê têkoşîn were bilindkirin.

Amed - Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 2 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tu agahî jê nayê girtin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha hat gotin: "Her ku ev polîtîkayên tecrîdê yên çaryek sedsale berdewam dikin, li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kûr dibin, bi taybetî jî komkujiya li ser jinan, pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û ekolojîk jî bi heman rêjeyê kûr dibin û tevahî civak dikeve bin zextan.”

‘Divê li dijî tecrîda Îmraliyê bê sekinandin’

Di berdewaniya daxuyaniyê de wiha har gotin: “Berxwedana fikrî, felsefî û siyasî ya ku rêzdar Ocalan li Girava Îmraliyê bi pêş xist; li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê hêzeke mezin daye têkoşîna azadî, demokrasî û azadiya gelan, ciwan û jinan. Em dizanin û dibînin; polîtîkayên giran ên tecrîdê yên li ser rêzdar Ocalan, ji êrîşên li ser têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan serbixwe nîn in. Ji ber vê yekê em careke din diyar dikin ku têkoşîna demokrasî û azadiyê tenê bi berxwedana li dijî tecrîda Îmraliyê dikare bê meşandin. Ji ber ya ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin azadiya hemû jinan û gelan bi taybetî jinên Kurd e.”

‘Hûn nikarin heqîqeta me tarî bikin’

Ji bo misogerkirina azadiya fizîkî û ji nû ve bi jinan û gelan re bikeve têkiliyê yekane riya jiyana aştiyane, demokratîk û azad wê bibe. Paradîgmaya civaka 'Demokratîk, Ekolojîk, Azadîparêziya Jinan' a ku birêz Ocalan bi pêş xistiye, ancax bi azadiya xwe ya fizîkî wê jiyanî bibe. Ji ber ku em weke jinên Kurd azadiya xwe di vê paradîgmayê de dibînin. Ligel tecrîda 25 salan a li Îmraliyê, tecrîda mutleq û her cure bêhiqûqiyê tu polîtîkaya mejiyê netewe-dewleta serdest nikare girêdana birêz Ocalan a bi jin, civak û gelê Kurd re ava kiriye, bişkîne. Ji ber ku heqîqet nayê veşartin. Hûn nikarin heqîqeta me tarî bikin!

Banga bilindkirina têkoşînê

Em careke din destnîşan dikin ku muxatabê sereke yê hemû pirsgirêkên civakî, bi taybet jî pirsgirêka Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Em bang li hemû jinan, di serî de jinên Kurd, hemû gel, sazî û rêxistinên navneteweyî yên ku aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin dikin ku ji pergala îşkenceya Îmraliyê re bibêjin 'raweste', li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin û azadiya civakî pêk bînin.”