‘Ez hestiyên bavê xwe û edaletê dixwazim’

Keça Mehmet Can Ayşîn Aynur Ayşîn a di hefteya 743’emîn a çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" de li Amedê axivî, wiha got: “Ez hestî û gora bavê xwe dixwazim, ez edaletê dixwazim.”

Amed – Xizmên Windakiriyan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 743’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li dar xistin. Xizmên Windakiriyan, Rêveberên Şaxa Amedê ya ÎHD’ê, namzetên Partiya Çepên Kesk ên Amedê û Hevseroka Giştî ya Parêzgehê Pinar Sakık Tekîn, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Gulîstan Atasoy, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdar bûn. Di çalakiyê de ewilê Rêveberê ÎHD’ê parêzer Ercan Yilmaz axivî û tiştên di pêvajoya dawî de tên jiyîn nirxand.

‘Ez hestî û gora bavê xwe dixwazim’

Piştre keça Mehmet Can Ayşîn, Aynûr Ayşîn axivî û wiha got: “Helbet derdek min heye ku ez li vir im. Di sala 1994’an de gundê me hat şewitandin. Her kesî kirin binçavan û berdan. Lê belê bavê min bernedan. Heta ez hebim ez ê li pey doza bavê xwe bim. Ez hestî û gora bavê xwe dixwazim.”

‘15 sal in her roja şemiyê edalet tê xwestin’

Dûvre, namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar axivî û destnîşan kir ku malbat bi salan e wêneyên xizmên xwe hildidin û ev mirov bi salan e daxwaza edaletê û dîtina windayan dikin heke winda nayên dîtin tê wateya ku 15 sal in edalet tune ye.

‘Divê heqîqet derkeve holê’

Namzeta Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglû jî wiha axivî: “Çalakiya herî demdirêj a li welat, ev çalakî ye. Hikûmet xirabiya organîze mezin dike. Mafê wan ê herî demokratîk ê cîhanê ye, mafê wan e ku xwe bigihînin zarok, xizm û hezkiriyên xwe û bên definkirin. Bila kesên tên gotin kiryar ne diyar, lê hatine windakirin derkevin holê. Em vekirî û eşkere dibêjin divê ev rastî derkeve holê. Çareseriya pirsgirêka Kurd tam jî li vir e. Em ê di 14’ê Gulanê de jî bi daxwaza xwe ya maf û heqîqetê hesab ji hikûmetê bipirsin.”

Çîroka Mehmet Can Ayşîn ê winda

Piştî axaftinan endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz serpêhatiya windakirina Ayşîn xwend:

“Mehmet Can Ayşîn ê di 7’ê gulana 1994’an de li gundekî Licê hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat vegot. Di 5’ê gulana 1994’an de leşkeran bi ser gund de girtin û zêdeyî 50 welatî binçavkirin. Mehmet Can Ayşîn jî binçav kirin. Di 7’ê gulana 1994’an gundî berdan û Mehmet Can Ayşîn winda kirin. Hemû gundiyên hatibûn binçavkirin hatin berdan. Lê Mehmet Can Ayşin nehat berdan. Malbatê ji wê rojê û şûnde serî li hemû rayedaran dan. Lê heta niha encam bi nexistin."

Piştî daxuyaniyê ji bo Mehmet Can Ayşîn û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.