Safînaz Allouh: Rojnamevanên jin ên li Xezayê rastiyê radigihînin

Endama Komîteya Jinan a Sendîkaya Rojnamegeran Safînaz Allûh diyar kir ku kampanyaya "Bûyîna Rojnamegera Filistînî" ya ku ji bo hevgirtinê li Xezayê dane destpêkirin berdewam dike û rojnamegerên jin ragihandina heqîqetê didomînin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de heya niha 18 ji wan jin 127 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane. Li Xezaya ku 80 navendên medyayê hatine rûxandin, bi sedan rojnamegeran mal û malbatên xwe winda kirin. Komîteya Jinan a Sendîkaya Rojnamegeran a Xezayê jî di nîvê meha Adarê de ji bo piştgiriya bi rojnamegerên jin re kampanyaya "Bûyîna Rojnamegera Filistînî" da destpêkirin.

‘Her ku rastiyê radigihînin bi hovane tên qetilkirin’

Endama Komîteya Jinan a Yekitiya Rojnamegeran Safînaz Allouh der barê kampanyayê de ji ajansa me re axivî. Safînaz di axaftinên xwe de diyar kir ku ew bi kampanyayê di şerê berdewam ên li Xezeyê de armanc dikin ku êş û azarên rojnamevanên jin ronî bikin û balê bikşînin ser zehmetî û kêşeyên rojane yên bi wan rû bi rû dimînin. Safînaz Allouh da zanîn ku di çarçoveya kampanyayê de ji bo redkirina polîtîkayên ku bi riya medyaya dîjîtal a li ser rojnamegeran dike hedef û helwest nîşan bidin û saziyên fermî jî di nav de gelek çalakî li dar xistin û wiha got: “Rojnemegerên jin bi binpêkirinên wekî qetlîam, girtin, xerakirina malan û bi polîtîkayên cezakirinê yên ku malbatên wan rasterast dikin hedef re rû bi rû dimînîn. Rojnemegerên jin û malbatên wan tenê ji ber ku rastiyan derdixin holê û di sektora medyayê de kar dikin bi hovane tên qetilkirin.”

‘Em her kêlî di bin gefa mirinê de ne’

Safînaz Allouh di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku jinên rojnameger li Zivala Xezayê dema ku dixwazin karê xwe bikin hem di derve de hem jî di malên xwe de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin û wiha gotinên xwe domand: “Ruxmê ku em cilên rojnamevaniyê li xwe dikin jî ji ber êrîşên rasterast û bombebarana bêserûber em her dem di bin metirsiya mirinê de ne. Rojnameger bi îdiaya ku dijberî Îsraîlê nûçe çêdikin tên lêpirsînkirin. Armanca wan ew e ku rojnamegeran bêdeng bikin.”

‘Rojnameger Salam Maima hat hedefgirtin’

Safînaz Allouh bi bîr xist ku di meha Cotmehê de mala rojnameger Selam Maîma bêyî hişyarî were kirin hatiye hedefgirtin û wiha pê de çû: “Selam Meîma 2 rojan di bin kavilên mala xwe de sax ma lê ji ber derfetên kêm nehat rizgarkirin. Nehiştin tîmên tenduristiyê bigihîjin mala Selam Maîma. Ew û malbata xwe nehatin rizgarkirin. Ev rêbazên sîstematîk in ku dikevin lîsteya binpêkirinên bi mebest ên li dijî rojnamegeran.”

‘Zext û gef her ku diçe zêde dibin’

Safînaz Allouh bal kişand ku zext û gef li dijî rojnamegerên jin her ku diçe zêde dibin û wiha anî ziman: “Rojnameger ji bo nûçe çêbikin ji ber ewlekariya xwe û ewlehiya malbatên ku wan li pey xwe hiştine di nav tirs û fikarên berdewam de dijîn. Ev yek barê tendurustiya derûnî û fizîkî zêde dike. Hemû rojnamegerên jin şerekî pir dijwar ê derûnî didin.”

'Divê hikûmet ji bo rojnamegeran jîngeheke bi ewle ava bike'

Safînaz Allouh anî ziman ku rojnamegerên jin tevî hemû zehmetiyan jî rastiyê radigihînin û ev bang kir: “Rojnameger bi cesaret û fedakariya xwe îsbat dikin ku rojnamegeriya serbixwe stûna demokrasî û heqîqetê ye. Divê hikûmet jîngeheke bi ewle çêbike ku  rojnameger lê bixebitin, azadiya derbirînê û mafê gihîştina rastiyê bixe bin temînatê, parastina taybetî ji rojnamegerên jin re çêbike, hewcedariyên wan bi cih bîne û li cihên kar mahremiyeta wan biparêze.”