Li ser tevkariya civaka sivîl ji bo wêjeya femînîst civînek hat lidarxistin

Ji bo zelalkirina astengiyên ku nivîskarên jin di rêwîtiya xwe ya edebî de rastî wan hatine, li Xezayê civîneke diyalogê hat organîzekirin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Salona Çandê ya li Weqfa Çapemeniya Filistînê ya li Xezayê, li ser tevkariya civaka sivîl a ji bo zêdekirina hilberîna wêjeyî ya femînîst û balkişandina ser rastiya nivîskarên jin ên Filistînî yên di gera wan ya edebî de, civînek li dar xist.

Dr. Kîfah El-Xesîn anî ziman ku civaka sivîl alîkariya nivîskarên jin dike û wiha got: "Navendên çandê û di serî de Navenda Kenaniyat, beşdarî bilindkirina deng û destkeftiyên jinan û guhertina îmaja qalib a jinên Filistînî dibin. Me gelek astengî ji pêşiya jinan rakirin. Astengî û zehmetiyên ku nivîskarên jin di rêwîtiya xwe ya edebî û rewşenbîrî de pê re rû bi rû dimînin nebûna foneke têr û guncaw ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ve ji bo pêşxistina jêhatîbûnê ye, çi çapkirina pirtûkan be û çi jî lidarxistina pêşangehên hunerî be. Ji aliyekî din ve, hin malbat hê jî ji nivîsên jinan ditirsin û nahêlin ew ji firsendê sûd bigrin. Nivîsên jinan hemû li ser rewşa Filistînê ne, weke hesreta azadiyê, daxwaza welat û redkirina tam a dorpêç, neheqî û parçebûnê."

Pirtûkek ku tê de behsa komkujiyên li Lubnanê çêbûne dike çap kir

Helbestvan Rîhab Kenan got ku jinên Filistînî dikaribûn êş û azarên xwe û kêmasiyên xwe vebêjin û wiha anî ziman: "Min pirtûkek ku tê de behsa 11 komkujiyên li Lubnanê dike çap kirin û min bi her awayî hewl da pirtûkê derxim derveyê welat lê hewldan bê encam man. Min xebera derketina pirtûkê li ser medyaya civakî belav kir. Min di wan komkujiyan de nêzî 54 endamên malbata xwe winda kir. Her wiha min pirtûkek li ser kampa Tel El-Zetar a ku tê de hatibûn kuştin, nivîsî. Jin çi nivîskar bin, çi di qada din de bixebitin bi hemû hûrgiliyên bêhiqûqî û bêedaletiya li ser wan hatiye kirin, hewl didin rastiya xwe nîşan bidin.”