‘Rojnamevanên jin di hedefa tundiya mêr dewletê de ne’

Rojnamevan Pinar Gayîp diyar kir ku jinên rojnamevan ji aliyê hevpîşeyên xwe ve, polîs û yan jî ji aliyê failên ku nûçeyên wan çêdikin ve dibin hedef û da zanîn ku divê têkoşîn li ser bingeha hevpar were bilindkirin.

ELÎF ÇETÎNER

Stenbol- Jin li dijî kedxwariya keda wan li her qadê têkoşînê mezin dikin. Di rojnamevaniyê de jin jî di nav de têkoşînek bi hêztir divê. Rojnamevanên jin, li dijî tundiya mêr-dewletê û zehmetiyên pîşeyî têkoşînê didomînin.

Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Pinar Gayîp zehmetiyên ku di dema şopandina nûçeyan de kişandiye bi ajansa me re parve kir.

‘Jinên rojnamevan pirsgirêkên cidî dijîn’

Pinar Gayîp bal kişand ku li kolan û qadan di dema şopandina nûçeyan de ji aliyê hevpîşeyên mêr ve rastî zexteke taybet tên û wiha got:

“Weke jinên rojnamevan, di qada ragihandinê de em pirsgirêkên cidî dijîn. Ev pirsgirêk ne weke pirsgirêkên beriya 10- 15 salan in. Xebata me gelek zehmet bû. Ji ber bejna me kurtir bû, ji ber em ji wan biçûktir bûn, kamareyên xwe datanîn ser serê me û ser milên me, em weke tripod bi kar dianîn, yan jî bi destên xwe em ji qadê derdixistin, nîqaşên weke ‘tu li aliyekî bimîne, ev karê mêr e, em dixebitin, em rojanamevaniyê dikin, em nûçeyan dişopînin’ çêdibûn.”

‘Li dijî tundiyê me parastina xwe ya cewherî dikir’

Pinar Gayîp destnîşan kir ku li dijî tundiya ku ji aliyê hevpîşyên xwe ve rast dihatin, weke jinên rojnamevan li ber xwe dane û got: “Em gelek têkoşiyan û bi rastî jî me di wan salan de parastina xwe ya cewherî kir. Me hinek caran çalakî radiwestand, me tiştên ku rojnamevanên mêr dikir teşhîr dikir. Dîsa pirsgirêkên wiha me li gel rojnamevanên mêr ên di ragihandina muxalif de dijiya. Ew karê ku me weke koletî didît, bi me didan kirin û bi xwe dixwestin li ber kamareyan werin dîtin.”

 ‘Bi taybetî ji aliyê polîsan ve em rastî tundiyê tên’

Pinar Gayîp diyar kir ku ne tenê ji aliyê hevpîşeyên xwe ve, jinên rojnamevan bi taybetî ji aliyê polîsan ve rastî tundiyê tên û wiha domand: “Em rasterast mexdûrên tundiya polîsan in. Di qadên mudaxeleyê de em bi eşkere rastî tacîz û gefên polîsan tên. Yan jî bi nûçeyên ku me çêkirine di nûçeyên tacîz, tundî û tecawizê de çavkaniyên nûçeyan ‘tiştên bi serê wê hatine wê bi serê te jî were tiştên ku te nivîsiyê wê jiyan bikî’ ji ber jinbûnê em rastî gelek tundiyê tên. Ev bi salan e em têkoşîna vê didomînin.”

Ji ber nûçeya ku parêzera stajyer a rastî tacîzê hat, bû hedef

Pinar Gayîp bi nûçeya ku çêkiriye tundiya mêr dewletê ya darazê hemû mînak nîşan daye, da zanîn ku ji ber nûçeya parêzera stajyer a rastî tacîzê hat çêkiriye bûye hedef û der barê wê de doz hatiye vekirin. Pinar Gayîp da zanîn ku di tora medyaya dijîtal X de hevalek wê jê re gotiye parêzer Sezgîn Keleş rastî tacîzê hatiye û xwest ku nûçeya wê were çêkirin û wiha behsa wê pêvajoyê kir:

“Me bi vê hevala jin re hevpêyvînê kir. Tacîz bi belgeyan derxist holê. Ne nûçeyek derew bû. Em dixwazin balê bikşînin ku piştî parvekirina nûçeyê, ez ji aliyê faile tacîzê bi hesabên sexte ve rastî gefê hatim. Weke endamtiya rêxistinê ez hatim hedefgirtin. Der barê vî mêrî de ji sûcê asan ê tacîzê cezayê girtîgehê hat dayîn. Bi vi awayî doz hat girtin. Lê belê wêneyê ku min di nûçeyê de bi kar anî di fona wê de di çarçoveyek biçûk de wêneyê kurê wê hebû.

Destpêkê bi vê me giliyê sûc kir, got di rewşa êrişê de ye. Di vê giliyê sûc de cihê xwegihandinê tunebû biryar derket. Piştre heta îxbarkirinê çû. Ez weke endamtiya rêxistinê, di ETHA’yê  ku ez lê dixebitîm de girêdana bi rêxistinê re û li vê derê ez pere rêdikim ji rêxistinê re li maliyê giliyê min kir. Bala nûçeyên me jin, LGBT+, lawir, kedkar, ekolojî û hwd. divê ev hemû tiştên ku min anî ziman ji sîstema serdestiya mêr, polîtîkayên dijminên jinan cuda neyên dîtin.”

‘Divê em têkoşînê li ser bingeha hevpar mezin bikin’

Pinar Gayîp bi bîr xist ku jinên rojnamevan, tundiya ku jin rast tên dikin nûçe û wiha got: “Ji ber nûçeyên ku em çêdikin em dibin hedef. Hinek caran ji aliyê polîsan ve, hinek caran ji aliyê daraz û malbatên jinên ku me nûçeyên wan çêkirine ve rastî tundiyê tên em. Di rastiya beyanên jinan de nûçe çêdikin. Ji ber vê yekê ji bo parastina mafê gel ê nûçegirtinê divê piştgiriya me were kirin û em têkoşînê li ser bingehê hevpar bilind bikin.”