Ciwan bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li dijî komployê li qadan bûn
Ciwanên şoreşger a Herêma Cizîrê bi meşekî girseyî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêkanîn, şermezar kirin.

Qamişlo – Bi pêşengiya Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan bi meşekî girseyî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Meşa ku ji çerxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpêkir, heta nûnertiya Neteweyên Yekbûyî dewam kir. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alê Ciwanên Şoreşger, Jinên Ciwan û pankartên bi dirûşma “Jin jiyan azadî”, “Bimre komploya navneteweyî” û “Bi hêza ciwanên Apoyî, em ê nirxên şoreşê biparêzin” hatibû hildan.
“Em ê bi felsefeya Rêber Apo vê tecrîdê bişkînin”
Piştî meşê li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Medya Mihedem wiha axivî: “Bi dirûşma kes nikare roja me tarî bike”, hevalên ku canê xwe feda kirin, îro jî li ser wê xetê li Kurdistanê bi pêşengtiya jinan komplo vala derdikeve. Hemû komployên li ser îradeya gelê kurd, perçe perçe dibe. Herkes dizane bi felsefeya Rêber Apo, hemû jin di cîhanê de dest bi têkoşînek bê hempa kirin, loma dixwazin li her derê vîna jin têk bibin. Bi qetîlkirina jin û bi şehîdxistina jinan dixwazin komployê nû bikin. Bila herkes bizanibe ku îro bi dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Hûn nikarin roja me tarî bikin” îro li tevahî Kurdistanê ciwan li ser piyanin. Em jî weke Tevgera Ciwanan li Rojavayê Kurdistanê em ji dagirker re dibêjin hûn çiqas komplo bikin jî, dê Zîlan, Rûken, Sara û Arînên nû derkevin pêşiya we. Bi ruhê ciwanan em hemû şehîdên ku di oxira azadiyê de şehîd ketine bi bîr tînin. Rêber Apo li Îmraliyê çawa komplo pûç kir em ê jî vê komployê têk bibin û bi Rêberekî azad re bijîn. Çiqas tecrîd giran jî bibe, em ê bi felsefeya Rêber Apo vê tecrîdê bişkînin. Em ê hêza dijmin li her derê perçe bikin, loma em ê wek ciwan bi dirûşma werin cenga azadiyê, dengê xwe tevlî jinên Rojhilatê Kurdistanê dikin.”
“Jin li her derê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” li ser piyanin”
Koordînayona Tevgera Jinên Ciwan Rîm Dere ji bo meşa ku hatiye lidarxistin nêrîna xwe wiha parve dike: “Îro em wek Ciwanên Herêma Cizîrê me meşek li ser asta Herêma Cizîrê li dar xist. Armanca vê meşê ewe ku komploya li ser Rêber Apo şermezar bikin. Komploya 9’ê Cotmehê li ser Rêber Apo di sala 1998’an de pêk hat û wek ciwan em rabûn da ku vê komployê bi tundî şermezar bikin û dixwazin komployê divê salî de têk bibin. Em naxwazin komploya navneteweyî salek din dubere bê jiyîn. Armanca me ya din jî ewe ku wek ciwan û jinên ciwan em helwesta xwe nîşanî tevahî cîhanê bikin ku heta Rêber Apo bi fizîkî ji Îmraliyê rizgar nebe, ciwan dê her li qadan bin û helwesta me li hember dijmin her tolhildan be. Felsefeya Rêber Apo, felsefeyek mirovahiyê ye ku îro projeya netewa demokratîk pêşkeşî me kiriye. Jin pêşenga civakê ye û li her derê tên armanc girtin. Jina Emînî bi awayekî hovîtî hate qetîlkirin, her wiha Nagîhan Akarsel bi awayekî hov hate qetîlkirin. Îro jin li her derê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” li ser piyanin, ev yek tirs û xofek mezin di dilê dijmin de avakir.”