Cezayek din li çalakvana Îranî Fatemeh Bahmanî hat birîn

Li Îranê hewil tên dayîn dengê çalakvanan bi cezayên girtîgeh, pere û îşkenceyê bê bêng kirin. Cezayê hepsê ya çalakvan-mamosta Fatemeh Bahmanî veguherî cezayê pere. Ger cezayê heyî nede dê 6 mehan di girtîgehê de bimîne.

Navenda Nûçeyan – Rejîma Îranê hewl dide çalakvanan bi cezayan bitirsîne. Li gorî agahiyên herî dawî hatine bi dest xistin, mamosta, çalakvan û sendîkavan Fatemeh Bahmanî ku beriya niha gelek caran ji aliyê rejîmê ve hatiye darizandin, bûye hedef.

Çalakvana ku ji ber parvekirinên xwe yên li ser tora civakî ji aliyê Şaxa 1'emîn a Dadgeha Şazandê ve dihat darizandin, dema bi îdiaya "Parvekirina wêneyên li dijî rejîmê" dihat darizandin, peyam û daxuyaniyên wê jî weke hinceta ceza hat nîşan dan. Der barê çalakvan de 6 meh cezayê girtîgehê hat dayîn. Herwiha di agahiyan de cih digre ku ceza veguheriyê 10 milyon Tûmen Îranê. Fatemeh Bahmanî ger pereyê pêwîst nede, neçare 6 meh cezayê girtîgehê biraze.

Gelek caran bi girtin û cezayê pereyê re rû bi rû ye

Hatê zanîn ku Fatemeh Bahmanî beriya niha ji ber bikaranîna torên civakî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin, girtin û cezayê pere hatibû lê birîn. Çalakvan di sala 2018’an de tevî hevjînê xwe hatibû girtin û piştî demekê di girtîgehê de mabû, cezayê wê veguherî bî 8 Milyon Tûmenê Îranê. Di sala 2019’an de jî dîsa hatiye girtin û cezayê 2 milyon Tûmenê Îranê girtibû.