Ceren Agaç li ku ye?
Ji bo endama YDK ' Ceren Agaç a ku piştî li Îzmîrê hatibû binçavkirin û şûnde tu agahî jê nehat girtin, li ser medyaya mecazî pirsa "Ceren Agaç li ku ye?"hat pirsîn.
Navenda Nûçeyan- Endama YDK (Jinên Demokrat a Nû) Ceren Agaç roja 21’ê Sibatê ji ber ku li Îzmîrê di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê ya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li Konakê ozalît daleqandin hat binçavkirin.
Ji roja yekşemê şûnde ji Ceren Agaç agahî nayê girtin. Heval û kêsên nêzî wê dan xuyakirin ku ew ji Ceren Agaç tu agahî nagirin, li ser medyaya civakî bi hashtaga #CerenAgaçLikuye çalakî li dar xistin.