DAKAP dê starta 8'ê Adarê li Deriyê Çiyê bide
Platforma Jinan a Dîcleyê ya Amedê dê di 1'ê Adarê de li Deriyê Çiyê starta 8’ê Adarê bide. Hanîfe Kardaş a di komîteya amadekar a bernameya ku bi pêşengiya DAKAP'ê tê lidarxistin de cih digre, wiha got: "Em ê bi ruhê berxwedan û rêxistinkirina jinan li qadan bin."
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKAP) ku ji aktîvîstên jin ên sendîka, partiyên siyasî û komeleyên jinan pêk tê, ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dest bi amadekariyan kir. Jinên ku dê di bin banê DAKAP'ê de li hev bicivin, di 1'ê Adarê de dê li Deriyê Çiyê starta 8'ê Adarê bidin. Meşa jinan a ku dê bi erbane, cil û bergên herêmî bê lidarxistin dê li Ofîsê bi dawî bibe. Di bernameya jinan de li gel van tevlibûna çalakiya xizmên windayan û belavkirina belavokên mîtînga fînalê ya 8'ê Adarê jî heye.
"8'ê Adarê ji jinên berxwedêr mîras ma"
Hevseroka Şaxa DÎSK/Genel-Îş’ê ya Hejmar 2 Hanîfe Kardaş ku di komîteya amadekar a bernameyên 8'ê Adarê de cih digre, diyar kir ku 8'ê Adarê ji jinên ji paşêrojê heya niha li ber xwe didin mîras maye. Hanîfe Kardaş anî ziman ku hem jinên Kurd hem jî jinên cîhanê yên di bin zext û êrîşan de bi hilgirtina vê mîrasa berxwedanê riya xwe didomînin û got ku çalakiyên 8'ê Adarê yên îsal jî bi vî ruhê berxwedanê hatine amadekirin.
"Têkoşîna jinan nayê tepisandin"
Hanîfe Kardaş diyar kir ku rêbaza herî mezin a têkoşîna li dijî sîstem û zîhniyeta dewleta mêr rêxistinbûn e û got ku ew ê îsal xebatên xwe ji bo balê bikşînin ser jinên hatine qetilkirin, rastî tundiyê tên û keda wan nayê dîtin, bikin. Hanîfe Kardaş anî ziman ku li welat li her qadê jin di bin êrîş û zextan de ne û wiha got: “Tişta ku niha pergal dike, bi girtina saziyên jinan hewl dide jinan bitepisinê û di vê wateyê de zexteke derûnî çêbike. Binçavkirin an jî girtinê weke çareserî dibînin. Lê em ji wan natirsin. Têkoşîna jinan bi avêtina girtîgehan nayê tunekirin. Pergala ku vê yekê weke çareseriyê dibîne, bila li dîroka têkoşîna jinan binêre.”
"Em ê li qadan bersiva xwe bidin"
Hanîfe Kardaş diyar kir ku jin bersiva polîtîkayên êrîş û tepisandinê yên ji aliyê pergalê ve tên meşandin li qadan didin û destnîşan kir ku jinên li Tirkiyeyê li malê, li kar, li dibistan û li derve neçar tên hiştin ku bibin 'jina maqûl.' Hanîfe Kardaş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Îro jin li qadan tenê mafên xwe dixwazin. Ji kesî tiştêk naxwazin. Îro li tu sazî û qadan em wekhev nîn in. Pergalê rol û pratîka jinan pir baş fêm kiriye. Ji ber vê jî her tim êrîşî jinan û saziyên wan dike. Bi vî awayî hewl didin jinan bitepisînin. Ew jî pir baş dizanin ku jin bi vê yekê serî natewînin û li her qadê têkoşîna xwe bidomînin.”
"Bernameya jinan a 8’ê Adarê"
Hanîfe Kardaş di dawiya axaftina xwe de der barê bernameya 8'ê Adarê ya ku dê di 1'ê Adarê de dest pê bike van agahiyan parve kir: “Me wekî rêxistinên jinan ên Amedê bi pêşengiya DAKAP'ê bernameya 8'ê Adarê pêk anî. Di Komîteya Amadekar de ji her sazî û partiyan 7 hevalên jin cih digrin. Ji bo çalakiyên ku em ê bikin me serlêdana xwe ya fermî kir. Bernameya me dê di 1'ê Adarê de bi tevlibûna hemû saziyên jinan û jinên Amedê, bi cil û bergên herêmî û erbane heta Ofîsê bimeşin. Em ê li Ofîsê destpêke ji hevalên xwe yên girtî yên nexweş re qertan bişînin. Dîsa di çarçoveya bernameyê de em ê beşdarî çalakiya xizmên windayan bibin û di heman rojê de li Ofîsê bi erbanêyan belavokan belav bikin.”