Gurbet Îlhan a wê kêliyê nemir kir: Ez ji sekna dayê Xanê bandor bûm

Berxwedan û têkoşîna Dayê Xanê Benek bi salan e li wargeha Mexmûrê bûye sembola berxwedana Mexmûrê. Niha jî bi wêneyên Gurbet Îlhan a 13 salî ya di 20’ê Gulanê de li Mexmûrê hatiye kişandin û li ser medyaya dîjîtal parvekirin, berxwedan zindî bû.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Gelê Botanê ku di sala 1994’an de ji ber zext û zilma dewleta Tirk neçar ma ji gundên xwe ji ser xak û warê xwe koçî axa Iraqê bike, di vê koçberiyê de careke din ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve rastî cureyên êrîş, êş û zorî zehmetiyan hatin. Jin, zarok û kesên temenê wan mezin ku di vê rêwîtiya penaberiyê de li 7 wargehên wek Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran li dijî hemû êrîş û zextên dewleta Tirk û PDK’ê têkoşiyan. Di van êrîşan de gelek jin, zarok û kesên temenê wan mezin jiyana xwe ji dest dan.

Çola hişk û zuha bi berxwedanê veguherî qada jiyanê

Gelê ku di sala 1998’an de li quntara çiyayê Qereçox ê navçeya Mexmûrê, çolek bê av û zuha bû, tijî mar, dûpişk bû bi cih bûn û di wê çola hişk û zuha de bi vedana konan ji tunebûnê hebûn ava kir. Çol piştî 7 wargehên penaberiya gelê Botanê, bi destên jin û gelan ji nû ve veguherî qada jiyanê. Ev 30 sal in li dijî hemû êrîş, zext û zilmê li ber xwe dide. Dewleta Tirk û PDK’a ku bi salan e hewl dide bi êrîş, zext, zilm û dorpêça xwe gelê Mexmûrê belav bike, tu carî ji êrîşên xwe encam negirt. Dewleta Tirk a ku bi salan e bi êrîşên xwe yên hewayî gelê mexmûrê hedef digre, bi dehan şêniyên wargehê jiyana xwe ji dest dan û bîrindar bûn.

Li gel wan êrîşan di 27’ê Kanûna 2021’an de Hêzên Iraqê ji nişka ve serê siharê xwestin bikevin nava Mexmûrê û derdora hemû wargehê bi têlan dorpêç bikin. Lê li dijî vê yekê hewldanê gelê Mexmûrê berxwedaniyek mezin nîşan da û nehişt Iraq derdora wargehê têl bike û ew hêz paşve dan kişandin. Lê belê careke din serê sibeha 20’ê Gulanê artêşa Iraqê bi hêzekê mezin a leşkerî xwest dora wargehê bi têlên direhî bigire û li dora wargehê noqteyan deyne. Şêniyên wargehê bi pêhesana vê hewldanê ji 7 salî heta 70 salî berê xwe da seyterê û li dijî vê hewldanê bertek nîşan dan. Yek ji wan jinên ku wêneyê wê di medyaya dîjîtal de belav bû û bûye sembola berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê Dayê Xanê Benek a 90 salî ye.

Şopên berxwedana 30 salan

Gurbet Îlhan a 13 salî ku di nava vê penaberiyê de ji dayik bûye, hemû kêliyên jiyana xwe di nava berxwedaniyê de derbas kir. Di temenê xwe yê biçûk de bavê xwe di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de winda kir û di nava vê berxwedaniyê de mezin bû. Gurbeta ku di kêliyên ewil ên hewldana dawî ya dorpêça Iraqê de di nava berxwedaniya gel de cihê xwe  girt, xwest kêlî û berxwedaniya li vir tê meşandin bi wêneyên ku kişandiye bi riya medyaya dîjîtal ji cîhanê re ragihîne. Yek ji wan wêneyên ku gurbetê kişand û di medyaya dîjîtal de bala gelê cîhanê kişand, wêneyê Dayê Xanê Benek e. Tevî temenê xwe yê ji 90 salî zêdetir li hemberî polîsên Iraqê yên ku bi çek û mertalan derdora gel dorpêç kirine tevî şert û mercên hewayê li ser erda beton rûniştiye û sekna wê dibêje ‘Berxwedan’.

Dayê Xanê Benek ku ji destpêka vê berxwedana 30 salan ve heta vê kêliyê jî di nava vê berxwedan û têkoşînê de cih digre, nêzî nîvê temanê xwe di oxira vê riyê de qurban kir. Dû kûrên wê di demên cûda de beşdarî PKK’ê bûne û jiyana xwe ji dest dane. Dayê Xanê ku heta îro soza azadiyê û tola zarokên xwe bi îrade û berxwedaniya xwe pêk tîne, wekî her êrîş û dorpêçên li ser wargeha xwe, di vê dorpeçê de jî wek jin, dayik, dayika du cangorî û rêhevalên gelê xwe bû li Mexmûrê bû pêşeng û sembola berxwedana li dijî vê hewldana dorpeça hêzên Îraqê.

‘Sekna wê min bandor kir’

Gurbet Îlhan a ku wan kêliyên dayê Xanê Benek a ku hemberî artêşa Iraqê ya bi çek û mertalan derdora gel dorpêç kirine tevî şert û mercên hewayê li ser erdê beton rûniştî bû, bi telefona xwe kişand û di medyaya dîjîtal de parve kir. Ev wêne rastî eleqeyek mezin hat û bi van gotinan kêliyên ku êrîş çêbûye vegot: “Piştî ku me bihîst artêşa Iraqê hatiye vê derê dixwaze dora me dorpêç bike, em jî wek gel hatin vir. Gelê me hat seyterê û kon veda. Ez jî hatim gel hevalên xwe yên li pêşberê leşkeran. Min dît ku dayê Xanê li pêşberî artêşa Iraqê rûniştiye û li ber xwe dide, dorpêçkirina kampê nepejirand û ji bo azadiya xwe û gelê xwe di şert û mercên hewayê de li hemberî leşkeran li ber xwe dida min kişand û di medyaya civakî de parve kir. Dayê Xanê jinêk temen mezin e lê îradeya wê ya roja êrîşê ez  gelek bandor kirim. Roja êrîşê li hemberî wan leşkeran li ser cadeyê rûniştîbû, azadiya xwe diparast û nedihîşt ku wargeh bê dorpêçkirin.”

‘Ji bo cîhan bizanibe gelê Mexmûrê serî natewîne’

Gurbet Îlhan der barê armanca kişandin û parvekirina wêneyên xwe de wiha got: “Tişta ku hişt ez wêneya wê bigrim ew e ku di vê temenê xwe yê mezin de rûniştina wê ya li hemberî artêşa Iraqê û nîşandana îradaya xwe bû. Dema min wêneyê wê kişand, di heman demê de wêneyê xwîşka xwe ya 7 salî jî kişand. Dema min parve kir armanca min ew bû ku hemû cîhan bizanibe ku gelê Mexmûrê ji 7 salî heta 70 salî berxwedêr e û li hemberî tu kesan serê xwe natewîne.”