Şêniyên wargeha Mexmûrê dê berxwedanê bidomîne

Hewldanên artêşa Iraqê ya ji bo dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) berdewam in. Berxwedana gel jî di roja çarem de bi biryardariyek xurt berdewam e.

Mexmur- Hewldanên Artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha penaberan ya Mexmûrê bê navber didome. Hevdîtinên li gel artêşa Iraqê tên pêkanîn berdewam dikin. Îro şandeyek ji nûnerên wargeha penaberan a Mexmurê bi rayedarên Iraq û nûnerên Neteweyên Yekbûyî re civiya. Daxwazên xwe pêşkêş kirin, lê hîna ti encamek ji hevdîtinan derneketiye û hat gotin ku wê hevdîtin bên berdewam kirin.

Hewldanên artêşa Iraqê ya ji bo dorpêç kirina wargeha Mexmur didomin û li beramberî vê yekê gelê wargeha Mexmur jî berxwedana xwe bi biryardarî didomînin.