“Bi van êrîşan tirs û xofa dagirkeran diyar dibe”
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî qetilkirina Nagihan û Jîna Emînî şermezar kirin û diyar ku careke din rûyê rast û tirsonek ê desthilatdariya zilam ku ji fikir û vîna jinên azad çiqas ditirse hatiye dîtin.

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) duh li ser qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê akademîsyen Nagîhan Akarsel û Keça Kurd Jîna Emînî daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê berdevka têkiliyên derve Suham Şengalî ve hat xwendin. Di daxwiyaniya ku tevahî jinan posterên Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî rakirin de bênavber dirûşmên şehîd namirin jin jiyan azadî hatin qêrîn û di dawiya daxuyaniyê de jî jinan laçikên xwe şewitandin.
“Pergala mêr tu carî vîn û azadiya jinan nas nake”
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di daxuyaniya xwe de bal kişand ser pergala baviksalarî û diyar kir ku pergala baviksalarî bi tu awayî vîn û azadiya jinan û civakê napejirîne û wiha domand: “Di dîrokê de bi hezaran salan jinan ango dayikan jiyan bi rê ve birine û pêşengî ji civakê re kiriye. 5 hezar salin ku mêrê serdest, zalim û zilmkar bi bindest kirina jinê di esas de civaka axlaqî, wekhev û demokratîk têk bir, li şuna wê zilim, serdestî û kolatiyê ferz kir. Bi kolekirina jinan re civak bi tevahî ket pergala koletiyê û civakê ji cewherê xwe hat dûrxistin. Bi teybetî piştî avabûna neteweyan êdî li ser ziman, netew û civakan jî koletî hat ferzkirin. Netew dewlet bi tu awayî hebûn û îradeya civakê nas nakin. Di serî da jin hemû beşên civakê li gorî xwe bi rêve dibe. Hişmendiya desthilatdar di şexsê jinan de êrîşî hemû civakê dike, êrîşê nirx û exlaqê civakê dike. Rojek nîn e ku li cîhanê bi sedan jin di bin navê cuda cuda de nayên kuştin û rastî şîdet, êrîş, tacîz û tecawizê neyên.”
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Di daxuyaniya xwe de qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê akademîsyen Nagîhan Akarsel her wiha bi navê din şoreşgera jin Zîlan a ku bi awayeke hovane li Suleymaniye hat qetilkirin Şermezar kir û wiha domand: “Bi qetilkirina jinên tekoşer û şoreşger dixwazin vîna jinan bişkînin lê bila tevahî dujminê me bizanin ne vîna jinan ne jî pêşengên weke Zîlan nikarin bişkînin.”
“Nagîhan şoreşgera fikrên azad bû”
TAJE’ê bi van gotinan qala jiyan û kesayetiya Nagihan Akarsel kirin: “Hevala Zîlan piştî fermanê çend caran hat Şengalê ji bo çanda Êzidatiyê di xebatên jineolojiyê de bide teyisandin xebitî. Bi hatina xwe ya Şengalê pir bi xwestek bi kelecan û bi coş bû. Wê xwest çanda jinan a resen bike mîrateya tevahî jinên cîhanê. Zîlan bi fikrên jineolojiyê xwedî li jinên Êzidî Derket. Em jî weke jinên Êzidî dixwazin bibêjin ku têkoşîna Zîlanê ya ji bo jinan di dilê tevahî jinên Êzidî de cihê xwe girt. Ji bo me Zîlan jineke jîr zana û têr û tije bû. Zîlan ji bo nasnameya jinan bi hêz bike û dîsa ji bo jinan ji tarîtiyê derxe ronahiyê gelek baldar bu. Ew kesayetek dilnizm germ bi hezkirin û tijî hest bû. Wê tenê fikir nexuliqand ew bu şoreşgera fikrên azad. Ji bo xebatên jinan û bi taybetî ji bo jinên Êzidî gelek gavên mezin avêt. Em Tev dizanin ku dijminên azadiya jin û gelan weke tolhildana xwe ya ji çalakiya serkeftî ya hevala Sara û Rûken ku li Mersînê pêk anîn hevala me Zîlan qetil kirin.”
“Dem dema parastina şoreşa jinan e”
TAJÊ’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî jî nirxand û da diyarkirin ku jin wê bi dirûşma jin jiyan azadî mafên xwe û azadiya xwe bi dest bixin û wiha domand: “Di meha derbasbûyî de keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî li bajarê Tehranî bi hinceta ku porê xwe baş nenuximandiye ji aliyên polîsên exlaq ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî daketin qadan û qetilkirina jîna Emînî şermezar kirin. Ev serhildan êdî belavî gelek cihan bûye. Jinan bi jêkirina porê xwe dan diyarkirin ku porê ne namûs e û helwesta xwe dan nîşandan. Di serhildanan de jin û gelê Rojhilatê Kurdistanêde zêdetirî 100 kes hatina kuştin û bi hezaran jî hatin girtin. Di tevahî dîroka mirovahiyê de jinan ji bo azadiya xwe berdêlên giran dane tekoşîna ku îro jin li Rojhilatê Kurdistanê jî didin heman e."
“Azadiya jinan azadiya civakê ye”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bi qetilkirina Nagîhan û Jîna Emînî careke din rûyê rast û tirsonek ê desthilatdariya derket holê. Ev nîşan dide ku ji fikir û vîna jinên azad çiqas ditirse. Em wek jinên Êzidî piştgiriya xwe ji hemleya dem dema parastina şoreşa jinê ye re didin nîşandan. Çareseriya hemû pirsgirêkên civakê wê bi mezinkirina şoreka jinan pêk were. Jin wê bi têkoşîn, berxwedan, rêxistin û mezinkirina şoreşa xwe sîstema desthilatdar, faşîst ku di şexsê jinan de bûya dijminê hemû netew, bawerî û civakan birûxîne. Wekî ku Rêber APO gotiye azadiya jinan azadiya civakê ye.”