Nagîhan Akarsel: Gihîştina xwebûnê li ser xeta azadiyê pêkan e
Nagîhan Akarsel her dem hewl dida der barê pirsgirêka jinan de jinan hişyariyê biafirîne û agahdar bike, di hevdîtina xwe ya bi ajansa me re behsa xwebûna jinan û kilîta serkeftina şoreşa jinan kir.

Navenda Nûçeyan - Nagîhan Akarsel jinek şoreşger û pêşenga têkoşîna jinan bû, li Bakurê Kurdistanê karê rojnamegeriyê kir, li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî li Efrîn û Şengalê xebatên berhevkariyê da meşandin. Ev çend sal in li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê Endama Navenda Lêkolînê ya zanista Jineolojiyê bû ji bo zindîkirina dîrok û pênûsa jinan kar dikir, armanca wê gihandina dengê azadiya jinan, îdeolojiya jinan û jineolojiyê bû. Nagîhan Akarsel duh di 4’ê Cotmehê de li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê di êrîşek nemerdane de hat qetilkirin.
Nagîhan Akarsel di hevdîtinek ji ajansa me re behsa xwebûna jinan, kilîta serkeftin û xwerêvebirina wan kir.
Endama Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di hevdîtina xwe ya bi ajansa me re wiha gotibû: “Xwebûn bingeha têgihîştina jinan e divê xwerêvebî û biryardarî bi ruhê jinan be, ev ruh jî bi xwebûnê serî hildide, di encama xwenasîn û bicihkirina bîrdoziya azadiya jinê de.”
“Gihîştina xwebûnê li ser xeta azadiyê pêkan e”
Nagîhan Akarsel dibêje: “Pêngava sereke ji bo bûyîna xwedî biryar û xwerêvebirina jinan, xwebûna jinan ew jî pêvajoyeke ji bo gihîştina jinan bi rastiya xwe ye. Riyek ji bo gihîştina rastî û xwebûnê tenê li ser riya azadiyê dibe, dema azadî nebe xwebûn jî nabe. Ji ber wê pêngava yekem bicihkirina bîrdoziya azadiya jinan e. Xwebûn bi nasîna xwe, dîrok, civak, xweza û ew xwezaya ku tê de dijî ye ye.”
“Bîrdoziya azadiya jinan ji pênc xalan pêk tê”
Nagîhan Akarsel diyar kir ku bîrdoziya azadiya jinan ji pênç xalan pêk tê û wiha got: “Yekem fikirandina azadiyê, duyem kar ji bo azadiya fikirandinê, sêyem pêngavên ji bo bîrdoziya azadiya jinan, rêxistinbûn û hemahengî ji bo karkirina vê bîrdoziyê, çarem têkoşîn, piştî van pêngava divê têkoşîn ji bo pêşxistina fikrên azad hebe. Di dawiyê de rêxistinbûn û karê îradeya azadiya jinan, di aliyê fikrî, ruhî û fizîkî de ava dike.”