Bi şewitandina cilên bûkanî ya keça xwe ya hat qetilkirin bang kir

Cenazeyê Mervegul Bayer ku ji aliyê polîsê hev berdabûn ve hat qetilkirin li ser milên jinan hat definkirin. Dayika wê Hatîce Kurt cilê bûkanî yê keça xwe da ber agir û li jinên ciwan bang kir got: “Jinên ciwan ev kefenê Merve ye.”

Navenda Nûçeyan- Li navçeya Tarsûsa Mersînê Mervegul Bayer a 31 salî ji aliyê polîs Mustafa Yildir ê 41 salî ku beriya salekê hev berdabûn be bi çekê ji serê xwe hat qetilkirin. Di bûyera ku 6’ê Adarê qewimî de, polîs Mustafa Yildir ku di şaxa parastinê ya Emniyeta Mersînê de erk dikir, piştre întihar kir. Cenazeyê Mervegul Bayer piştî otopsiyê radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê Mervegul Bayer ku anîn taxa Yenînceya Tarsûsê, birin goristana Yenînceyê. Piştî nimêja cenaze, jinan tabutê Mervegul Bayer, dan ser milên xwe û birin goristanê. Mervegul Bayer bi çepik û rondikên jinan hat definkirin.

Dayika wê cilên bûkaniya keça xwe şewitand

Dayika Mervegul Hatîce Kurt duh di saetên şevê de çû kolanê benzîn li cilên bûkaniya keça xwe kir û agir pêxist. Piştî ku cilên bûkaniya keça xwe da ber agir lorand. Hatîce Kurt bang li jinên ciwan kir û ev tişt got:

‘Keça min got hevalên xwe kom bike û cilê min ê bûkaniyê bişewitîne’

“Jinên ciwan ev cilê bûkaniya Merve ye. Jinên ciwan hemû tişt bi vê dest pê kir. Niha wê her tişt bi vê bi dawî bibe. Çima ez vê dikim. Bila ji we hemûyan re bibe ders. Xaltîka Hatîce çima ilên bûkaniyê şewitand hûn ê 40 caran bifikirin. Dema hun zewicîn 20-30 caran bifikirin. Bila kes neheqiyê li xwe neke. Hûn zewicî jî bin êşê nepejirînin, alîkariyê bixwazin. Ev peyama Merve bû got; ‘Cilê min ê bûkaniyê bîne holê, havalên xwe kom bike, bişewitîne ji ber hemû tiştan bi vê dest pê kir.’ Bila ev cilê bûkaniyê yê şewitî ji bo we bibe peyam. Xirab, baş çênabe, mirovek nayê guherîn, vê ji bîr nekin. Ez vê ji bo we dişewitînim. Vê cilê tu xêr neda Merveyê. Niha Merve li me temaşe dike.”