Amadekariyên Kongra Star ji bo 8'ê Adarê didome

Bi armanca pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê, rêzeçalakiyên Kongra Star li navçeya Til Temirê didome.

Hesekê - Di bin dirûşmeya "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" rêzeçalakiyên Kongra Star li navçeya Til Temirê a li Kantona Cizîrê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome.

Kongra Star bi cil û bergên xwe yê netewî ji pêkhateyên Kurd û Ereb, serdana Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, HPC-JIN û Hêzên Parastina Xabûrê kirin.

Di serdanê de ked û berxwedaniya jinan di warê parastina axa welat û fedayîbûna wan ji bo misogerkirina ewlehiya herêmê ji  bo jin, zarok û giştî civakê, hat silav kirin.

Herwiha serdana dayikên aşîtiyê jî hat kirin û 8'ê Adarê li wan hat pîrozkirin.

'Ji bo azadiya Rêber Apo bila herkes têkeve nav lîv û tevgerê'

Dayikên Aşîtiyê jî di nav pîrozkirina 8'ê Adarê de, bi çavên tijî rondik û kela girî a di qirika wan de daxwaza azadiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û gotin: "Kezeba me dişewite êdî bes e! Em rêberê xwe dixwazin, bila her kes bikeve tevgerê."

Her wiha jinan bertek nîşanî tundiya ku heta roja îro li jinan tê kirin dan û bi taybetî ew bûyera ku herî dawî  li dijî 2 jinên ciwan ji aliyê hin mêran ve li gundê Til El Semin ê bakurê Reqayê pêk hatibû, jinan gotin ku heta hişmendiya mêr û civakê neguhere wê têkoşîna jinan raneweste. Herwiha di roja 8’ê Adarê de bang bilindkirina têkoşînê û bidestxistina mafê jinan kir.  

Li aliyekî din jî bi beşdarbûna endam û rêveberên sazî û navendên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl, Kongra Star çarxereya Şaredariyê xemilandin.

Jin bi coşeke mezin amadekariyên pêşwazîkirina 8'ê Adarê didomînin.