Bi avakirina Însiyatifa Sandha dibe dengê jinên Yemenê

Seroka Însiyatîfa Sandha rûxmê hemû zext û zehmhetiyan ji bo bibe dengê jinên Yemênê bi gelek çalakiyan Însiyatîfa Sandha ava kir û diyar kir ku armanc çareseriya pirskirêka jin e.

FATMA REŞAD

Yemen -Tevî hemû astengiyan jî gelek jinên Yemenî ji bo ku pirskirêka jin di welatên xwe de çareser bikin di asta rêveberiyê de cîhên xwe digrin û gelek çalakiyên bi armanca pêşxistina jinê û tundiyê ji holê rakin kar û xebat didin meşandin. Yek ji wan jinan jî Seroka Înîsiyatîfa "Sandha" Dunya Hanî Koka ku bi xwendina xwe ya akademîk li Fakulteya Zanistên Siyasî ket qada siyasetê û tevî nûbûna beşê jî ji koma duyemîn mezûn bû.

Dunya Hanî Koka rûxmê hemû zehmetî û astengiyan jî ji bo dengê jinên Yemenê bide bihîstin însiyatîfa "Sandha" avakir ku divê însiyatîfê de rê û rêbaz û çareseriyê ji jinên Yemenê re dibîne

Xebatên wê di zanîngehê de destpê dike

Dunya Hanî Koka di destpêka axaftina xwe de wiha behsa ketina xwe ya qada siyasetê kir û wiha got: “Min gelek çalakî û xebat di asta zanîngehê de li hundir û derweyî welat dan meşandin. Mamosteyên min divê aliyê de min teşwîq kirin û semînera destpêkê min dayî li ser pirskirêka jin û tevlîbûna qada siyasî bû.” Dunya Hanî Koka wiha axaftina xwe domand: “Min ji bo xwendekarên zanistên siyasî kovarek amade kir û pêşkêş kir, ku yekemîn kovara fermî bû ku li ser malpera fermî ya Fakulteya Zanistên Aborî û Siyasî hate weşandin û ev jî derfetek bû ji bo birêvebirina kovarê.

Dunya Hanî Koka diyar kir ku dema ew li bajarê Aden ya Yemenê li Fakulteya Aboriyê di Beşa Zanistên Siyasî de bû, wê biryar da ku projeya xwe ya mezûniyetê bi teza ku li ser pirsgirêkên jinan disekine û wan bi guherîna avhewayê re têkildar dike biqedîne.

‘Em dixwazin dengê jinê bidin bihîstin’

Dunya Hanî Koka  destnîşan kir ku Di 29’ê Hezîrana 2022’an de, wê înîsiyatîfa bi navê "Sandha" ava kiriye, ku tê de komeke jinên ciwan hene ku heman azwerî û mebestê parve dikin da ku dengê jinan bibihîzin û wan di pêvajoyên siyasî, aborî, civakî û hawirdorê de bihêz bikin. Dunya Hanî Koka  got ku ew ji bo jinên ciwan li çar aliyê Yemenê kesên pispor anine û anî ziman ku hemû kesên ku di înîsiyatîfê de cih digirin li hev kirine ku divê jin bibin pêşengên înîsiyatîfê û got: “Em hewil didin bi vê însiyatîfê re dengê jinan bidin bihîstin, alîkariya wan bikin ku li ser pirs û pirskêrêkan bikaribin biaxin.”

‘Ji sedî 80’ê jin tundiyê dibînin’

Dunya Hanî Koka  têkildarî xebatên Înîsiyatîfê jî diyar kir ku Înîsiyatîfa “Sandha” di meha Cotmehê de ji bo çalakiyên têkildarî piştgiriya derûnî ya ji jinan re kampanyaya xwe ya yekemîn daye destpêkirin û wiha pê de çû: “Di vê pêngavê de, me anketek dest pê kir û behsa zirarên derûnî yên jinan, çi di şer de, çi ji ber şîdeta nav malê, hat kirin û me ev anket ji malpera xwe daxist. Me di anketî de dît ku ji sedî 80 jin bandor bûne ku pêwîstiya wan bi bi piştgiriya derûnî heye. Ji ber vê yekê me rasterast nav û daxuyaniyên wan bi awayekî weşartî û zelal şandin.”

Dunya Hanî Koka  di dawî de balkişand ser sedemên veşartina navên jinên zirardîtî û wiha anî ser ziman: “Yek ji sedema sereke tirsa wan ji malbatê ye. Me gelek zehmetî û astengî kişand. Tevî wê em çalakiyan lidar dixin û bi keda xwe em dewam dikin ji ber piştgiriya madî tune ye em çalakî û projeyan pêk bînin. Elektrîk jî li Edenê tune ye ji ber wê gelek caran krîzan dijîn.”