'Li dijî siyasetên qirkirinê em bi îsrar li ber xwe didin'

Jinên Efrînê yên koçî Şehbayê bûne û berxwedana xwe li dijî siyasetên qirkirinê didomînin, gotin ku bi siyaseta êrîş û dorpêçê dê nikaribin îradeya koçberan bişkînin û heta serkeftinê dê berxwedana xwe bidomînin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, şêniyên Efrînê li Şehbayê di nava zor û zehmetiyan de berxwedana xwe didomînin. Li aliyekî êrîşên dagirkeriyê, li aliyekî jî hikumeta Şamê siyaseta xwe ya dorpêçê 7 sal in li ser koçberên Efrînê li Şehbayê ferz kiriye û nahêle pêdiviyên jiyanî û tendirustî derbasî herêmê bibin. Van siyasetên ku li ser koçberên Efrînê didin meşandin bi armanca şikandin û lawazkirina îradeya wan e. Li dijî van siyasetan peyam û biryara koçberan her dem berxwedanî û têkoşîna ji bo vegera Efrînê ye.

Jinên Efrînê yên koçî kantona Şehbayê bûne û heya vê kêliyê berxwedana xwe didomînin ji ajansa me re nêrînên xwe der barê siyasetên dijmin ên li ser wan tên meşandin de anîn ziman.

'Bi siyasetên qirêj nikarin îradeya me bişkînin

Guneyî Hesûn diyar kir ku li dijî êrîş û siyasetên dijmin wê berxwedana xwe bênavber berdewam bikin û wiha qala jiyana li warên koçberiyê kir: "Em li warên koçberiyê û li dijî hemû cureyên siyasetên dijmin ên qirker li ber xwe didin û tu carî teslîmkariyê qebûl nakin. Rojane dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe bi ser herêmê de pêk tîne, em jî li ber xwe didin tu car tirsa me ji top û çekên Erdogan tune ye. Li aliyekî jî hikumeta Şamê dorpêça xwe li ser koçberan ferz dike, nahêle pêdiviyên jiyanî derbasî herêmê bibin her wiha derman jî qedexe dike. Em peyama xwe ji dagirkeriyê re dişînin û dibêjin ku bi êrîşên xwe dê nikaribe vîna me lawaz bike, hebûna me li Şehbayê vegera Efrînê ya bi rûmet misoger dike."

'Divê hikumeta Şamê dest ji siyaseta xwe berde'

Guneyî Hesûn di dawiyê de bang li rêxistin û saziyên navneteweyî kir her wiha ji hikumeta Şamê xwest ku li erka xwe xwedî derkeve û wiha got: "Em bang li rêxistinên naveteweyî dikin bila li erka xwe xwedî derkevin. Gelê Efrînê li Şehbayê di nava zor û zehmetiyan de dijî, em bang li hikumeta Şamê jî dikin ku dest ji siyaseta xwe ya dorpêçê berde em jî hemwelatiyên Sûriyeyê ne divê bi yekitiya xwe dawî li dagirkeriyê bîne û xaka Sûriyeyê giştî ji çeteyan rizgar bike. Erka hikumeta Şamê ew e ku gelê xwe biparêze û xwedî li wan derkeve."

'Em bi êrîşên dewleta Tirk re rûbirû ne'

Fehîma Hemo jî diyar kir ku hemû şertên jiyanê yên dijwar ji bo vegera li welatê xwe tehemul dikin û ev tişt anî ziman: "Em bi êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk re rûbirû dijîn. Zarokên me nikarin bi rehetî û bê tirs razên. 7 sal in em di nava êrîşên dijmin de berxwedana xwe didomînin. Em di dibistanan de bi cih bûne û berxwedana xwe jî bi îsrar berdewam dikin ji ber soza me vegera Efrînê û rizgarkirina wê ya ji dagirkeran e. Em hemû zehmetiyên jiyanî tehemul bikin ji bo Efrînê. Heya ku hemû koçber vegerin cih û warê xwe û gelên Sûriyeyê di aştî û aramiyê de bijîn, em ê têkoşîna xwe bidomînin."