Beşdarvanên sempozyumê: Em êdî jiyaneke bê nasname qebûl nakin

Îro li Silêmaniyê bi beşdariya gelek jin, siyasetmedar û aktîvîstên ji her çar parçeyên Kurdistanê sempozyumeke bi navê “Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan” hat lidarxistin. Di sempozyumê de bi taybetî li ser mijara statuya siyasî hat sekinandin.

Silêmaniyê – Li Hola Sînema Salim a li Silêmaniyê, di bin pêşengiya rêxistinên Rêpak û Azadî de sempozyumek hat lidarxistin. Di destpêka sempozyumê de rojnamevan û pêşkêşvana panelê Tewar Adil xêrhatina mêvanan kir û piştre mafê axaftinê da panelîstan.

Di nav beşdarên sempozyumê de endama Kongra Star Nesrîn Sene, Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad, Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û parlamentera berê ya HDP’ê Ayla Akat Ata û Seroka rêxistina Azadî Geşe Dara Hefîd cih girtin. Her wiha gelek aktîvîstên jin, parêzvanên azadiyê û nûnerên mafên jinan jî beşdar bûn.

Rola dîrokî ya jinên Silêmaniyê û têkoşîn

Seroka rêxistina Azadî Geşe Dara Hefîd diyar kir ku yekemîn rêxistina jinên Kurd di girtîgeha Neqîb de hatiye avakirin û destnîşan kir ku vê yekê bi taybetî li Silêmaniyê di aktîvbûna jinan de roleke girîng lîstiye. Ev hewldan bi demê re bûye parçeyek ji çanda siyasî û civakî ya bajêr û ji bo bajarên din ên Kurdistanê jî bûye çavkaniya îlhamê. Hefîd anî ziman ku Silêmanî di warê siyaset, ramana jin û avakirina partiyan de pêşeng e û destnîşan kir ku bi taybetî partiyên komunîst hewl dane rol û berpirsiyariyê bidin jinan, ku vê yekê beşdariya jinan zêde kiriye.

Hefîd bal kişand ser ku di têkoşîna Kurd de jin bi giştî di qada rêxistinbûn û piştgiriyê de mane û her çend xwestibin beşdarî têkoşîna çekdarî bibin jî, piranî caran destûr nedane wan. Hefîd anî ziman ku piştî raperînê jî jin di têkoşîna li dijî rejîma Baasê û avakirina saziyên herêmî de cih girtine, lê belê di mekanîzmayên biryardanê de bi qasî tê xwestin nehatine temsîlkirin.

‘Ji bo aşitiyê divê hişmendî biguhere’

Ayla Akat Ata jî anî ziman ku li Rojhilata Navîn sîstemek nû tê teşekirin û ev yek berdewamiya projeyên şerê aborî ye ku ji serdemê Sykes-Picot vir ve berdewam dike. Ata destnîşan kir ku divê jinên Kurd di vê pêvajoya guhertinê de xwe birêxistin bikin û got ku armanca vê ne tenê desthilatdarî ye, daxwaza gihîştina armancên xwe yên mafdar e.

Ata diyar kir ku TJA xwe dispêre têkoşîna jinên Kurd û tu hêz nikare li ber vê vînê bisekine. Ata anî ziman ku jin dê heta ku di navendên biryardanê yên wekî Wezareta Navxweyî û şaredariyan de cih bigirin, têkoşîna xwe bidomînin. Wê destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên heyî yên li Tirkiyeyê, berxwedana jinê dikare siyaseta navxweyî biguhere û bibe destpêka jiyaneke nû.

Ata da zanîn ku şert û mercên têkoşînê guherîne lê armancên stratejîk wekî xwe mane û divê şaştiyên pêvajoyên borî neyên dubarekirin. Wekî ku Abdullah Ocalan jî aniye ziman, ji bo aşitiyê divê hişmendî biguhere.

Ata di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku çareseriya rastî li Tirkiye û Sûriyeyê ye, lê mifteya serkeftinê ew e ku Kurd pêşî di nav xwe de yekîtî û aşitiyê ava bikin. Wê destnîşan kir ku gelê Kurd êdî naxwaze bê nasname û bê statû bijî, ji ber vê yekê avêtina gaveke dîrokî êdî bûye neçarî.

Vegera ji diyasporayê û parastina nasnameyê

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad diyar kir ku ji ber şert û mercên giran ên li Herêma Kurdistanê, Enfal û êrîşên kîmyewî, gelek kesan neçar mane koç bikin. Lê belê li gel pêvajoya ku tê meşandin, vegera Kurdên li diyasporayê dê bibe destpêkek nû.

Murad bal kişand ser ku tevî hemû zehmetiyan jî Kurdan ziman, çand û nasnameya xwe parastiye. Murad da zanîn ku ezmûnên li Ewropayê ji bo avakirina civakeke demokratîk girîng in û anî ziman ku welat pêdivî bi azadî, demokrasî û civakeke nû heye.

Her wiha got ku beşdariya diyasporayê di vê pêvajoyê de dê van xebatan bihêz bike û Kurdan careke din bigihîne rûmet û rehên wan. Wê anî ziman ku çalakiyên çandî yên li Ewropayê ne tenê çandî ne, di heman demê de nîşaneya vîna zindîhiştina nasnameyê ne.

Têkoşîna jinên Rojhilat û pêngava "Jin Jiyan Azadî"

Endama Kongra Star Nesrîn Sene jî bal kişand ser rewşa jinên li Rojhilatê Kurdistanê û diyar kir ku guhertinên li Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên hêzên hegemonîk teşe digirin. Sene anî ziman ku peymanên di navbera DYE û Îranê de di warê azadî û demokrasiya Kurdan de bandoreke erênî nake.

Sene destnîşan kir ku hêza herî mezin a Kurdan yekîtî ye û got ku dabeşbûna erdnîgarî û aborî ya Kurdistanê, civakê her gav di bin zextê de dihêle.

Sene behsa tevgera “Jin Jiyan Azadî” jî kir û diyar kir ku jinan di vê pêvajoyê de roleke pêşeng lîstine û bandora wan gihîştiye asta gerdûnî. Wê destnîşan kir ku jin ne tenê li dijî rejîmên herêmî, di heman demê de li dijî hêzên hegemon ên gerdûnî jî têkoşînê dikin.

Sene anî ziman ku jinan tevî girtin û zextan jî dengê xwe gihandine cîhanê û di vejandina civakê de roleke pêşeng lîstine. Sene destnîşan kir ku ji bo derbasbûna vê rewşê, hişê stratejîk, yekîtiya Kurdan û pişgiriya jin û mêran pêwîst e.

Piştre sempozyûma “Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan” bi danûstandina pirs û bersivan di navbera mêvan û panelîstan de bidawî bû