Şandeya ku dê hilbijartinên Kurdistanê bişopîne bi rojnamevanan re civiya

Şandeya şopandina hilbijartinê ya navneteweyî li Amedê bi rojnamevanan re hat cem hev.

Amed - Heyeta navneteweyî ya ku ji Ewropayê ji bo şopandina Newroz û hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê hat Amedê, li otêlek ya Amedê bi Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) û Nûnertiya DÎSK Basîn-Îş'ê ya Amedê re hevdîtin pêk anî.

Hevserokê Giştî yê DFG Serdar Altan, Seroka MKG'ê Roza Metîna, Nûnerê DÎSK'ê yê Basîn-Îş'ê yê Amedê Hakki Boltan û Sekretera Giştî ya DFG'ê Gulşen Koçuk beşdarî civînê bûn.

Di hevdîtinê de xebatên çapemeniyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê û zextên li ser Çapemeniya Azad hatin nirxandin. Her wiha der barê şert û mercên xebatê û rojnamegerên girtî de agahî dan. 

Di hevdîtinê de nêrînên li ser atmosfera hilbijartinê jî hatin vegotin û li ser çawaniya şopandina hilbijartinê û neyînîyên muhtemel hatin axaftin.