Jinên Hesekê: Vekirina qadên hewayî rê ji komkujiyan re vedike

Jinên bajarê Hesekê diyar kirin ku ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Koalîsyona Navnetewî berpirsyar e û wiha gotin: “Dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina zarokên me dixwaze hêza gel û vîna jinan têk bibe.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Dewleta Tirk a dagirker di pêvajoyên dawî de bi rêya hewayî û bejahî gelek êrîşan li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, di van êrîşan de jin, zarok, gel û hêzên ewlekariyê tên hedef girtin. Jinên bajarê Hesekê nerazîbûnên xwe yên têkildarî vê mijarê ji ajansa me parve kirin.

“Zarokên me parastina me û axa me dikin”

Sebah Hiso da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên qirkirinê bi riya hedefgirtina rêveberên jin û fermandaran pêk tîne û bi van gotinan axaftina xwe domand: “Vekirina qada hewayî ya ji dewleta Tirk re sûcêkî li dijî mirovahiyê ye, ji ber ku bi vê rêyê zarokên me qetil dike. Em îro daxwaza xweseriyê dikin, me êrîşî tu kesî nekiriye. Zarokên me rêveberiya herêma me dikin, eger ne ji wan ba dê çarenûsa me wekî ya şengalê ba û dê DAIŞ’ê li dijî herêmê komkujiyan pêk anîba. Lê ev hemû rêveberên ku hatin hedefgirtin pêşeng bûn û bi hedefgirtina wan hemû gelan armanc dikin. Em vê yekê qebûl nakin pêwist e qada hewayî ji balafirên dewleta Tirk re were girtin. Îro zarokên me parastina me û axa me dikin. Ji ber em jî mirovin û mafê me ya ku em bi azadî bijîn, divê kiryarên dewleta Tirk were seknandin. Dewletên navdewletî li hemberî komkojiyên ku dewleta Tirk pêk tîne bêdeng in, bêdengiya wan jî razîbûna wan nîşan dide. Ji ber ku tu kes naxwaze em xwe bi xwe parastina xwe bikin û xwe birêve bibin, projeya Netewa Demokratîk hedef dikin.“

“Hêz û vîna jinan tu caran nayê şikandin”

Sebah Hiso balkişand li ser armanca hedefgirtina jinan û wiha got: “Tu dewlet rê neda ku jin bi rola xwe bilîze û parastina axa xwe bike, lê di herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi derketina Şoreşa Rojava jin bûn pêşeng û di hemû qadên jiyanê de xwedî rolekî çalak bûn. Ji ber ku jinên Rojava ji tevahî jinên cîhanê re bûn mînak tên hedef girtin. Bi dehan jinan li hemberî dijmin çek radikin. Bila tu kes nebêje ku bi hedefgirtina jinan hêz û vîna wan tê şikandin. Dê tu kes nikaribe ev xaka ku bi xwîna zarokên me hatiye avdan dagir bike. Heta dayikên me yên 70 salî hebin dê nikaribin axa me dagir bikin û gelê me qir bikin. Axa me namûsa me ye û em ê heta dawiyê xwedî lê derkevin.”

Sebah Hiso bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em operasyonên li dijî sîxurên MİT’ên tirk pîroz dibînin, ev ji bo hêzên dagirker bersivek e ku dê ji bo her planek an jî êrîşek wan bersivek me hebe. Ez bang li her kesekî welatparêz dikim ku li mal û komînên xwe hişyar bibin û ji hêzên ewlekariyê re bibin alîkar ku bikaribin xwe bighînin MÎT ên dewleta Tirk ku em tola xwe hilînin û wan ji nava xwe derxînin. Ev erkekî wijdanî ye û pêwiste her kes bi erkê xwe rabe.”

“Em ê bi alîkariya hev qirêjiya dewleta tirk ji nav xwe derxînin”

Bera Salih diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker sivîlan hedef dike û wiha axivî: “Hemû kes li dijî hedefgirtina sivîlan e, lê dema mijar dibe Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kes dengê xwe dernaxe. Em li dijî vê bêdengiyê ne. Em bang li saziyên mafê mirovan dikin ku bi erkê xwe ya mirovî rabin û rê li ber kiryarên dewleta Tirk bigrin. Em operasyona girtina Sîxurên MÎT ên Tirk pîroz dibînin, em ê jî piştgiriya vê operasyonê bikin û ez bang li her kesî dikim ku li taxa xwe baldar bibin û bi hêzên ewlekariyê re bibin alîkar ku em vê qirêjiyê ji nav xwe derxînin.”

“Dewleta Tirk mêjî û dilê civakê hedef digre”

Dayika Şehîd Delîl Cûdî Heyfa Mihemed destnîşan kir ku hedefgirtina rêveber û fermandarên jin hedefgirtina mêjî û dilê civakê ye û wiha got: “Şoreşa me bi şoreşa jin tê naskirin, hedefgirtina fermandar û rêveberên me hedefgirtina mêjiyê civakê ye. Dixwazin bi vê rêkê rê li ber pêşketin civakê bigrin. Ev siyaset ne nû ye, dewleta Osmanî di komkojiya Ermeniyan de jî di qonaxa yekem ku dabû despêkirin de mêjiya civakê hedef girt. Di komkojiyê de rêveber û zanyarên wî civakê girtin ku îradeya wî gelê tune bikin, îro jî ev siyaset dewam dike û bi vê rêkê dixwazin şoreşa me têk bibin. Lê şoreşa ku bi pêşengtiya jinan hatiye despêkirin û bi xwîna zarokên me hatine avdan tu carî têk neçe. Em wekî dayikên şehîdan dixwazin hemû kes bi hêzên ewlekariyê bibe alîkar û MÎTên Tirk radestî wan bike ku em jiyanek azad bijîn. Em bang li rêxistinên mirovî û tevahî cihanê dikin ku rê li ber vekirina qada hewayî bigrin, ji ber ku dewleta irk zarokên me hedef dike û dixwaze me qir bike.”