Li Rojhilat şevê din 8 kes hatin qetikirin

Serhildanên gelê Îran û Rojhilatê Kurdistam li ruxmê hemû komkujiyan jî berdewam dike, grevên li Rojhilatê Kurdistanê di roja xwe ya 7’an de berdewam dike. Şevê din 8 hemwelatî hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên gelê Îranê yên piştî qetilkirina Jina Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve, berdewam dike.

Li gor zanyariyên ji Rojhilatê Kurdistanê hatiye bi destxistin, şevê din 8 hemwelatî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin qetilkirin. Her wiha rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdisatnê leşker belavî taxan kirine. Li dijî hemû zextan jî esnafên Rojhilatî eve 7 roje çalakiyên xwe berdewam dike. Li bajaran gelek firoşgeh hîna jî girtîne.

Deriyê firoşegehan girtine

Li gora ew zanyariyên ku ji torên civakî hatine bi destxistin li Rojhilatê Kurdistanê li baajrên Pîranşar, Serdeşt, Bokan, Mahabad, Sine, Seqîz, Merîwan, Dêwlan, Kamyaran, Dîwandere, Pawe, Ciwanro, Kirmanşan, Îlam û Urmiye xwepêşandanên gel berdewam dike. Hemwelatiyên va bajaran lli dijî komkojiyên rejîma Îranê deriyên firoşgehên xwe nevekirin. Gel ji derveyî pêdawistiyên xweyên bingehîn naçin bazarê. 

8 hemwelatî hatin qetilkirin

Li Ciwanro, Piranşar, Merîwan û Dêwlan hêzên rejîma Îranê herê kêm 8 hemwelatî qetil kirin, navê ew kesên hatin qetilkirin wihane: Karwan Kadir Şükrü, Tahir Ezizi, Lokman Kakeyi, İrfan Kakey , Bihadin Veysi,  Hüseyin Abid Pane, Star Rehime,  Muhsin Niyazi.

Li bajaran anîna leşkeran

Li aliyê din çalakiya xwendevanên zanîngehê berdewam dikin, rejîm bi taybet li bajarên Mahabad, Bokan, Merîwan û Piranşar  hêjmarek zêde laşker anîne. Li Rojhilatê Kurdistanê di nava 5 rojan de herî kêm 30 hemwelatî hatin qetilkirin. Li Tahran, Bane, İsfahan, Şiraz û gelek bajarên din çalakiya azadiyê ya gel berdewam kir. Dadgeha Rejîma Îranê cezayê davekirinê da kesek din.