Aqubeta Shadî Aslanî û Latîfah Pashaei ne diyar e
Hat ragihandin ku xwepêşandarên jin Shadî Aslanî û Latîfah Pashaei li Sineyê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin û li gor agahiyên hatine bidestxistin aqubeta her du xwepêşandaran jî ne diyar e.
Sine – Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê her ku diçe li seranserê welat belav dibe, gel bi pêşengtiya jinan bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” diherikin qadan. 2 çalakvanên din ên li bajarê Sineyê ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin. Li gorî vê raporê, roja Çarşemê çalakvana jîngehparêz Shadî Aslanî hat girtin û wê birin cihekî nediyar.
Her wiha duh roja Înê, piştî xwepêşandanên bajarê Sineyê Latifah Pashaei hat girtin û aqûbeta wê nayê zanîn. Roj bi roj hejmara girtiyan zêde dibe û gelek çalakvanên sivîl ji aliyê ofîsa enformasyonê ya bajarê Sineyê ve gazî wan tê kirin û tên binçavkirin.