Aqûbeta Zozan û Orhan Eren ên 25 sal in winda ne, pirsîn

Xizmên windayan ên di hefteya 711'an de li Amedê li hev civiyan, aqûbeta Zozan û Orhan Eren ên 25 sal berê wesayîtên wan 50 metre nezî Qereqola Angul a Licê hat dîtin û agahî ji wan nayê girtin pirsîn.

Amed – Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” di hefteya 711’an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Amedê hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka dher du hevjînên hev Zozan û Orhan Eren ên ku ji 25'ê Îlona 1997'an û vir ve agahî jê nayê girtin, hat vegotin. Çîroka her du hevjînan winda ji aliyê Cîgira Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ezgî Sîla Demîr ve hat xwendin.

Çîroka her du hevjînên winda wiha ye:

Zozan Eren li Ocaxa Tenduristiyê ya Pasûrê hemşîre bû û Orhan Eren jî karmendekê girtîgehê ya navçeya Licê bû. Berî ku Zozan Eren ji holê winda bibe 3 heftiyan, bi hinceta ‘Alîkarî dayîna PKK’ê’ sîrgûnê Nexweşxaneya Nexweşiyên Zayîna Jinan û Zarokan a Amedê hatibû kirin. Qeymeqamtiya Pasûrê Zozan vedixwînie meqamê xwe û jê dixwaze ku ji vê derê tayîna xwe bixwaze. Dûre du polîsên li qeymeqamtiyê kar dikirin, ji Zozan re gotin; ‘Tu dermanan ji PKK’iyan re dişînî. Ji ber vê tu neçarî ji vê derê biçî.’

“Wesayîta wan nêzî qereqolê hat dîtin”

Zozan a tayîna wê ji bo Amedê derdikeve, di 24’ê Îlona 1997’an de bi hevjîna xwe re dixwaze biçe serdana malbata xwe ya li Pasûrê dimîne. Dayika Zozan Pembe Toprak dema ku dibîne keça wê û zavayê wê di 25’ê Îlonê de nehatin, dikeve nava fikaran. Hevalekê Orhan ê kar piştî demekê li dayika Zozan digere û jêre dibêje ku wesayîta wan 50 metre nêzî Qereqola Eskerî ya Angul a girêdayî Lîcê dîtiye. Malbatê serî li gelek cihan dan lê ti encam negirtin.

Roja din ango roja Şemiyê dayik Toprak ji bo serlêdanê bike diçe Qereqola Jendermeyan a Qulpê. Yên li navenda polîsan; bi îdiaya ku betlane ye, serlêdana wê qebûl nake û jê re dibêje ku roja Duşemê were. Dayika Pembe Toprak roja duşemê serî li Serdozgeriya Qulpê dide û hewl dide rewşê vebêje. Dozger telefona qereqola polîsan a li cihê bûyerê dike û hewl dide agahiyê bigre. Yên li qereqolê radigihînin ku 'bûyera revandinê pêk hatiye û Orhan û Zozan Eren ji aliyê militanên rêxistinê ve hatine revandin'.

DMME’yê Tirkiye mehkûm kir

Dozger van agahiyan dide dayika Pembe Toprak û ji wê ra dibêje ku Midûriyeta Polîsan û piştre serî li Walîtiya Amedê bide. Piştre dayika Pembe Toprak bi daxwaznameyekê serî li Qereqola Angulê dide, lê Midûrê Emniyetê jê re dibêje 'her du hevjîn ji aliyê militanên rêxistinê ve hatine revandin'. Dayika Toprak ku ji vê yekê jî nekarî encamekê bigire serî li Walîtiya Amedê da. Qeymeqam li gel dayikê telefonî Qereqola Cendirmeyan a Licê û Qulpê dike û jê re dibêje ku zarokên wê ji aliyê militanên PKK’ê ve hatine revandin. Ji wê dîrokê heta niha ji Zozan û Orhan Eren tu agahî nayê girtin. Malbata ku ji hiqûqa navxweyî tu encam negirt, serî li DMME'yê dide. AÎHM'ê di 21'ê Sibata 2005'an de Tirkiye bi 'binpêkirina mafê jiyanê' ji vê dozê mehkûm dike."