17 jê endamên Kongreyê 35 kes di xwepêşandanên mafê kurtajê de hatin binçavkirin

35 kesên ku 17 jê endamên Meclîsa Nûneran e, di xwepêşandanên qedexeya kurtajê de li ber Dadgeha Bilind a DYA’yê hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan - Li dijî biryara ku rê li ber qedexeya kurtajê vekir, 17 jê endamên Meclisa Nûneran bi giştî 35 kes li ber Dadgeha Bilind a Amerîkayê hatin binçavkirin.

Polîsên Kongreya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Me 17 jê endamên Kongreyê 35 kes ji ber qerebalixî, girtina rê û sedema aloziyan binçav kirin.”

Dîmenên binçavkirinê hatin parvekirin

Di nav endamên girtî yên Kongreyê de Îlhan Omer û Raşîda Tlaib jî hene ku yekemîn endamên jin ên misilman ên Meclîsa Nûneran in. Wekî din, ji endamên navdar ên Kongreyê, Nûnerê New Yorkê Alexandria Ocasio Cortez û Cîgira Serokê Meclîsa Nûneran Katherine Clark jî hatin binçavkirin. Îlhan Omer dîmenên dema binçavkirina xwe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir û got: "Îro dema ku min li ber Dadgeha Bilind bi hevalên xwe yên Kongreyê re berxwedana sivîl nîşan dida, ez hatim binçavkirin. Ez ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidim, li dijî êrîşên li ser mafên min ên jidayikbûnê."

Çi qewimîbû?

Di 24’ê Hezîranê de, Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî "biryara Roe-Wade" ya sala 1973’an betal kir ku bi destûrî mafê kurtajê li seranserê welêt mîsogerdikir. Bi vê biryarê re kurtaj wek mafekî destûrî namîne. Her wiha qanûnên kurtajê ji însiyatîfa dewletan re hatin hiştin. Ev biryar li tevahiya welêt bi protestoyan hat pêşwazîkirin. Xwepêşandanên li ber Dadgeha Bilind û li gelek bajarên DYA’yê berdewam dikin.