Aktîvîsta femînîst a Tûnisî Alham Belhaj jiyana xwe ji dest da

Aktîvîsta femînîst Ahlam Belhaj ya ku bi têkoşîna xwe ya demokrasî û mafên jinan li Tûnisê dihat nasîn jiyana xwe ji dest da.

Tûnis- Aktîvîsta femînîs Dr. Ahlam Belhaj ya ku demek dirêj bû dihat derman kirin, di 59 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Aktîvîsta femînîst Alham Belhaj, di dala 1964’an de li bajarê Tûnis Nabîlê ji dayîk bû, wek dixtorê hişnasiyê ya zarokan û alîkariya  doçentê kir. Ahlam Belhaj ku heta wefata xwe sekreterê giştî yê Yekîtiya Giştî ya Bijîjkên Nexweşxaneya Zanîngeha Tûnisê kir, dû dewran bû seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê.

Ahlam Belhaj ku bi têkoşîna xwe ya ji bo demokrasî û mafên jinan li Tûnisê tê naskirin, tevî nexweşiya xwe jî dest ji têkoşînê berneda û bû yek ji dengên femînîst ên girîng ên welatê xwe.

Ahlam Belhaj di 4’ê Çileya 2022’an de di hevpeyvînekê de ligel ajansa me qala girîngiya kampanyayên hişyarkirina jinan û hevgirtina jinan kir. Ahlam Belhaj, zext û tundiya ku îro jinên Îranî ji ber nepejirandina polîtîkaya wesayeta bedena xwe li ser wan tê kirin, şermezar kir û got ku ne tenê li Îranê, li gelek welatan jî jin bi van binpêkirinan re rû bi rû tên û divê azadiya bedena jinan bi qanûnên navneteweyî bên ewle kirin.