Jin li qadê ne: Em fatura kirîzê nadin

Li bajarê Zurih ya Svîsre bi hezaran jin ji bo roja cîhanî ya Jinan meşiyan. Jinên ku bejdarî meşê bûne, dan zanîn ku wê ew futuraya kirîza kapîtalizmê ne din.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Zurih yê Îsviçre di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê roja cîhanî ya têkoşîna jinê Kurd, Îsvîçreyî, Tirk û Îran jî di nav de gelek jinên ku ji welatên cûda û saziyan meşek li darxistin. Li ser banga qomîteya amadakar ya weqf, rêxistin û tevgeran bi hezran jin li meydana Münsterhof hatin cem hev. Di meşa ku li darxistin de bejdarî 8’ê Adarê bûn, çalakiya ku bi dirûşmeya ‘Ji 8’ê Adarê heta 14’ê Hezîranê kolan ên mene’ polîsan xwestin asteng bikin. Polîsên Zurih bi hêceta ku meş bê destûre, dema ku jin li meydanê hatin ba hev dora hemû cade û kolanan hatin girtin.

Jinên ku hatine ba hev li meydanê daxuyaniyê dan. Di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku kirîza ku sîstema kapîtalîst ava kirî fatura wê jin nadin û bal kişandin li ser dewleta Svîsre wekheviya di navbera jin û meran de kurahiya weke kendalan, temenê jinan yê teqawîbûnê 64’ an gihandina 65’an bê edaletiya dahatê.

Li giştî Îsvîçre jinan banga gireva jinan ya navnetewî ku wê di 14’ Hezîranê de were li darxistin kir û hişyarî da hikumeta Svîsre.

‘Bi Jin Jiyan Azadî emê berbi şoreşa jinê ve bimeşin’

Bi banga yekitiya jinên Kurd ya Îsvîçre (YJK-S) jinên Kurd daketin qadan di çarçoveya pêngava ‘Bi Jin Jiyan Azadî emê berbi şoreşa jinê ve bimeşin’ daxwazên xwe anîn ziman. Li ser navê jinên Kurd Ozen Aytac li vêderê daxuyaniya TJK-E’ê  xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Îrana dirûşmeya Jin Jiyan Azadî bûye dirûşmeya bingehîn, li Rojhilatê Kurdistanê jin ji 30’ê Mijdarê heta niha bi taybet li dibîstanên ku xwendekarên keç lê perwerde dibîne bi êrîşên gaza kimyasal, gelek xwendevan bi jehrê ketine şermezar kirin.

Piştî daxuyaniyê bi dirûşme û merşan jinan dest bi meşê kirin, li rûxmê hemû hewildanên astengkirina Polîsan meşa xwe hata Helvetiplatz temam kirin.

Li Basel çalakî

Jinên ku xwestin li bajarê Basel di 8’ê Adarê de meşekê li darbixin, polîsên Basel bi mermiyên pilastîk û gaza biberê êrîşî jinan kirin û bi dehan jin binçavan kirin. Îro li bajarê Basel wê li dijî vê sekna polîsan çalaki were li darxistin.