'Hedefgirtina Nagîhan Akarsel, hedefgirtina zanista jinê ye'

Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê, rojnamevan û endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bi bîr anî û diyar kir ku hedefgirtina Nagîhan Akarsel, hedefgirtina hemû jinan û zanista jinê ango jineolojiyeyê ye.

Şengal – Akademiya Jineolojiyeyê ya Şengalê, di 4'emîn salvegera qetilkirina akademîsyen, nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ser ziman ku hedefgirtina hovane ya Nagîhan Akarsel, hedefgirtina hemû jinên azad û jinên ku nûnertiya Jineolojiyeyê dikin e.

Di daxuyaniya xwe de Akademiya Jineolojî ya Şengalê, diyar kir ku êrîşên bi vî rengî rasterast bi pêşeroja civakê û azadiya jinan ve girêdayî ne.

‘Hedefgirtina Nagîhan Akarsel, hedefgirtina hemû jinan û zanista jinê ye’

Akademiya Jineolojiyeyê ya Şengalê, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser metirsiya sucên li ser tundiya jinan wiha domand: “Hedefgirtin û qetilkirina endama Jineolojiyeyê ne tenê hedefgirtina kesayeta wê bi xwe ye, her wiha hedefgirtina hemû jinan û zanista jinê ango jineolojî ye. Sûcên bi vî awayî ne tenê gefê li jinan dixwe, di heman demê de bandorê li ser îredaya azadiya jinê û bi giştî civakê jî dike.”

‘Em ê şopdarên têkoşîna Nagîhan Akarsel bin’

Di daxuyaniya ku soza şopandina rêya Nagîhan Akarsel hat dayîn de, wiha bi dawî bû: "Em wek Akademiya Jineolojiyeyê ya Şengalê, şehîd Nagîhan Akarsel bi serbilindî bi bîr tînin û soz didin ku em ê li ser şopa wê bimeşin. Em ê pênûs û ramana wê hilbigrin, li ser şopa heqîqetê bimeşînin û şopdarên têkoşîna wê bin. Zanista jinê, berdewamiya têkoşîna civaka azadixwaz û têkoşer e.”