Agirê şoreşa gelê Îranê welat hemû bi xwe girt
Nerazîbûnên li dijî rejîma Îranê li ruxmê hemû zextan her ku diçe mezin dibe, hat zanîn ku di êrîşên hêzên rejîmê de 287 kes hatin kuştin û 8 rojamevanên ku hatibûn girtin hatin berdan.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên ku bi qetilkirina Jîna Emînî re destpêkirî her roja ku diçe hîn mezintir dibe, ji aliyê rejîma Îranê ve her çiqasî hişyariyên ‘taxan terk bikin’ werin kirin jî ev 6 heftiye dibin şahidê ew pirotestoyên ku heya nîha nehatî ditin berdewam dike. Di giştî welat de pirotestoyên li cihên bicihbûnê, cadeyên navend, zanîngeh li dijî hemû zextan jî gel gav şûnda na avêje. Li gora hinek çavkaniyan hêzên rejîmê li Sine di dibîstanek Navîn de herî kêm 4 xwendevan girtin. Ji Tahran û Esfehanê bigre li gelek bajaran çalakî berdewam dikin.
Pêla pirotestoya ya nû
Rejîme li dijî rêze pirotestoyên qedexekirina ketina xwendevanan di zanîngehan de di internetê de jinên ciwan û xortan nerazîbûnên xwe anîn ziman, hate ditîn. Li dijî qedexeyan li Îranê di zanîngehên cûda de pêla daxuyaniyên nû û çalakiyên runîştinê hate destpêkirin. Li Tahran û bajarên din li hemû avahiyên zanîngehan, meydana, kolanan xwendevan di demê pirotestoyan de panqartên ku têde nivisine heta ku hevalên wan yên xwendevan ku hatine girtin, neyên berdan wê tevlî waneyan nebin, bilind kirin.
‘Netirse em hemû bi hevrene’
Ji derveyî zanîngehan, di dibîstanan de pirotestoyên xwendevanan berdewam dikin, di dimenan de tê xuyakirin ku xwendevanên keç li dibîstanek ya Tahranê kom bûn û dirûşmeyên ‘Netirse, Netirse, em hemû bi hev re ne’ berz kirin. Li taxa Fayd ya Tahranê, li taxa Sadikiye ya Tahranê di baxçeyê dibîstanê de xwendevan bi dirûşmeyan daketin qadan.
‘Ji dîktatorê re mirin’
Ciwanên Tahranê, iro li dijî rejîmê bi dirûşme avêtinana banga xwepêşandanan kirin, li Rojavayê Tahranê li herêma Ekbatam hemwelatî şevê jî çalakiyên xwe berdewam kirin. Hemwelatî di penceryan de dirûşma ‘Ji dîktatorê re mirin’ avêtin. Hêzên rejîmê ji bo wan belav bike bombeyên deng bi karanîn. Hat diyarkirin ku di malpera 1500 Filming û malperên din de li bajarê Amal û Yezdî xwepêşander dirûşmên ‘Ji diktatorê re mirin û ji Hamaney re mirin’ avêtin.
Hêzên rejîmê êrîş kirin
Di navenda welat de, li bajarê Arak di pirotestoyên ciwanan yên şev de hêzên rejîmê gule berda, bajarokê Valî Asr arbedeyê tund hate jiyankirin. Ciwanan bergehek ya rejîma Îranê dan ber agir.
8 rojnamevan hatin berdan
Duh rayedarek ya Îranê da zanîn ku 8 rojnamevanên di demên dawî de hatine girtin hatin berdan.
Rojnameya Reformist li ‘Sezandê’ di hêjmara xwe ya 30’ê Cotmehê de nivisandibû ku di destpêkê li Tahranê û li gelek bajarên din ji 20’an zêdetir rojnamevan hîna girtine û tenê heta niha 8 rojnamevan hatine berdan.
Hêjmara miriyan 287
Dûh ajansa mafê mirovan ya Îranê Harana istatîstikên herî dawî yên serhildana Îranê aşkere kir û diyar kir ku di berdewamiya serhildanên li Îranê û giştî welat de herî kêm 287 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji vana 46’ê wê zarokin.