Agirê Newroza Stenbolê dê li Yenîkapiyê were pêxistin

Newroza Stenbolê ya 2024’an bi dirûşmeya “Rabe Dema Azadî û Serkeftinê Ye” dê 17’ê Adarê li Qada Mîtîngê ya Yenîkapiyê were lidarxistin.

Stenbol- Wê Newroza li Stenbolê ya sala 2024'an bi dirûşma "Niha Dema Azadiyê ye" û bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), HDK, DEM Parti di 17'ê Adarê de li Qada Mitingê ya Yenikapiyê bê pîrozkirin.

 Duh li Taksimê li otelekê deklerasyona Newroza Stenbolê ya 2024'an hat eşkerekirin û Newroza îsal diyarî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin.

 Navnîşana Newroza îsal a Stenbolê Qada Mitingê ya Yenikapiyê ye. Wê çalakiya Newrozê saet di 13.00'ê de bê kirin.  Wê Hevberdeka HDK'ê Esengul Demir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan biaxivin. 

Wê stranbêja Tunusî Emel Mathlouthi, Mikail Aslan û Murat Demir derkevin ser  dikê .