‘Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ nasname û rastiya jinan e’

Endama Meclisa PYD’ê Bêrîvan Mihemed diyar kir ku sîstema mêrsalarî dixwaze sedsala 21’ê bike sedsala şikandina jinan û got: “Em jin jî li dijî vê yekê radiwestin û em ê li dijî vê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin.”

HÊLÎN MIHEMED

Silêmanî- Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û çalakvan Bêrîvan Mihemed derbarê 8’ê Adarê de nirxandin kir û balkişand ser tekoşîna jinan ya ku li derdora dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” tê kirin û wiha got: “Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ nasnameya rast a jinan e. Ger jin azad nebe jiyan jî azad nabe, ger jiyan azad nebe civakek azad û welatek azad ava nabe.”

‘Ez jin im jinbûna min nasname ye’

Bêrîvan Mihemed diyar kir ku jin di nava vê sîstemê de hebûne, têkoşîna jinbûnê dane û wiha got: “Di vê sîstemê de jin bi dirûşma ‘Ez jin im û jinbûna min nasname ye’ dengê xwe derxistin. Weke dirûşmek ji bo 8’ê Adarê pênaseya jinan dike. Jin dikaribûne di vê sedsalê de destana têkoşîna jinan binivîsînin û xebatê ji bo xwe bikin. Bi taybetî weke şoreşa Rojava ku bi navê şoreşa jinan tê pênasekirin ava kirin. Şoreşa Rojava ji bo tevahî cîhanê nîşan dide ku jin dikarin di cîhanê de dîroka xwe û gelê xwe binivîsînin. Em weke jin di her sîstemê de ji bo daxwaza mafên xwe li ser lingên xwe rawestin û neasnameya xwe li hemû cîhanê bilind bikin. Sîstema mêr li dijî serkeftina jinan dixwaze sedsala 21’ê bike sedsala şikestina jinan. Lê belê em jin li dijî vê yekê radiwestin û em ê li dijî vê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin.”

‘Ger jin azad nebin jiyan jî azad nabe’

Bêrîvan Mihemed destnîşan kir ku dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ weke nasnameya jinan derketiye û li hemberî mêran dikare bibe deng û rengê jinan û wiha domand: “Ger jin azad nebin civak jî azad nabe. Hemû jinan bi vê dirûşmê nasnameya xwe bi dest xistin. Ne tenê jinên Kurd, jinên cîhanê jî nasnameya xwe ya jin bi kar tînin. Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ nasnameya rast a jinan e. Ger jin azad nebe jiyan jî azad nabe, ger jiyan azad nebe civakek azad û welatek azad çênabe.”

‘Jin jiyan azadî xwedî efsûnek e’

Bêrîvan Mihemed wiha behsa parastina efsûna ‘Jin Jiyan Azadî’ kir û got: “Ji bo parastina dirûşma xwe divê em bi berdewamî çîrokên jinan bixwînin. Bi taybetî çîrokên jinên ku li hember aqilê mêrsalarî sekinîne. Ev têkoşîna jinan a ku rû daye ne tenê çend kêliyek bû, bi têkoşîn û xebat û perwerdekirinê çend sal in jin gihîştine vê astê. Ji ber wê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li hemû cîhanê belav bûye. Di sedsala 21’ê de çalakiya jinan û berxwedana wan wê berdewam bike.”

Bêrîvan Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikim. Ne tenê rojek, hemû roj rojên me ne. Divê em jin di asteke bilind de têkoşîna xwe bidomînin. Bangawaziya min ji bo jinan û kesên azadîxwaz ew e ku ji bo jiyana azad û welatek azad em bi destên hev bigrin, em ê bibikarin bingeha jiyana azad û demokratîk daynin.”