Meclisa Kongra Star: Em ê sedala 21'emîn bikin sedsala jinan

Meclisa Konga Star bi boneya 8`ê Adarê daxuyaniyek da û wiha got: “Çarenûsa me paradîgmaya demokratîk-ekolojîk-azadîxwaziya jinan e. Em ê sedala 21'emîn bikin sedsala jinan.”

Navenda Nûçeyan - Meclisa Kongra Star, bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li hemû jinan hat kirin û wiha hat gotin: “Bi dirûşma ‘ger jin bixwazin her tişt pêkan e’, em hemû jinan vedixwînin qadan. Werin em bi hev re sedsala 21'ê bikin sedsala jinan.”

Daxuyaniya Meclisa Kongra Star wiha ye:

“Weke tê zanîn li Emerîkayê bajarê New Yorkê , di 8’ê Adara sala 1857’an de di hundirê fabrîqeyek cilan de, bi destên sîstema desthilatdar agir hat pêxistin û di encamê de 129 jinan jiyana xwe ji dest dan. Vê  dîrokê rûyê sîstema mêr a bûye dewlet raber kir, vê bûyera bi êş a ku  bû qêrîna dîroka bindestiya jinan. Bi lêgerîn û lêpirsîna Clara Zetkîn a li ser bûyera ji bo were naskirin di sala 1910’an de li Almanya Kopenhag di Konferansa 2’mîn a Jinên Enternasyonal de pişniyar kir ku ev roj bibe Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê.

Lê belê pêwîst e ku em vê bizanibin di kesayeta Clara Zetkîn, Roza Luxemburg, Alexandra Kollontaî, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Zeynep Kinaci, Sema Yuce û bi hezaran jinên berxwedêr û di vê şopê de meşiyane û ji bo qêrîna azadiyê ya van jinan were bihîstin, li ber xwe dane û li ber xwe didin. Di roja me ya îro de jî kesayetên weke Arîn Mîrkan, Yadê Eqîde, Hevrîn Xelef, Yusra Derwêş, Rîhan û Zelalan bi berxwedana xwe destanên lehengiyê dinivîsînin.  

Em weke Kongra Star li hemberî van berxwedêrên bêhempa bejna xwe ditewînin û bi rêzdarî bi bîr tînin û ji wan re dibêjin; em ê her dem di riya we de bin.

‘Hemû rojan bikin roja jinan û jiyanê’

Bi felsefe û paradîgmaya Rêber Apo, ya xwe dispêre azadiya zayendî û ekolojîk, bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî ya di pêşengiya Jîna Emînî û Sorxwînan de li her çar aliyê cîhanê belav bû,    em jî bi dirûşma; "Bi vîna jina azad, em ê siyaseten qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" em ê pêngaveke têkoşînê ya xurt bidin destpêkirin û bidin nîşandan ku wê li ser van axên warê xwedawendan tu carî jin bi koletî nejîn, wê bibin aydê xwe û pêşengiya jiyanê bikin. Em ê ne tenê roja 8'ê Adarê hemû rojan bikin roja jin û jiyanê.

Çareseriya me paradîgmaya demokratîk-ekolojîk-azadîxwaziya jinan e’

Ev pergala mêr-dewlet, bûye bela serê cîhanê, ya me ber bi şerê cîhanê yê 3’emîn ve dibe, em ê weke hêza parastina cewherî û aşîtxwaz li dijî wan bisekinin, ew çiqas koletî, kirêtî, qirkirin û nexweşiyê bi pêş bixin, li dijî wan em ê azadî, wekhevî û xweşikbûnê bi pêş bixin. Çarenûsa me berxwedana bi ruhê 8’ê Adar’ê ye, çareseriya me paradîgmaya demokratîk-ekolojîk-azadîxwaziya jinan e.

‘Em ê tu carî jinan bi tenê nehêlin’

Li gorî vê em ê ji nû ve ji bo avakirinê pêşengiyê bikin, naveroka saziyên xwe tijî bikin û bi ruhê seferberiyê xwe bigihîjînin tevahî jinan. Weke jin em ê bi îradeya azad, di xwebûnê de îsrar bikin, bi hişmendiya parastina cewherî, em ê li xwe û axa xwe xwedî derkevin. Çanda xwe û zimanê xwe biparêzin, em ê layiqê jin, gel, şehîd û rêbertiya xwe bin. Li dijî hemû paşverûtiyan dibêjin “Jin, Jiyan, Azadî.” Em ê îsal bi vîna jinên azad, siyaseta qirkirin, dagirkerî û tecrîdê bişkînin. Em careke din dibêjin ku bi kampanya û çalakiyên cur bi cur nîşan bidin ku li ba jinên Şengal û Efgan in, em ê tu carî jinan bi tenê nehêlin.

‘Em ê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bişkînin’

Di heman demê de wê ev sal bibe sala xwe lêpirsînê, ji bo şaşî û rastiyan ji hev derxin divê di destpêkê de xwe nas bikin û bi ruhê jinên azad tecrîdê bişkînin û dagirkeriyê têk bibin. Bi vîna azad azadiyê teqez bikin. Em ê bawerî, wêrekî û azweriya rêhevalên xwe ji bo xwe bixin pêşenga jiyanê. Bi pêşxistina şoreşa jinan ve em ê li dijî hemû siyasetên qirkirinê, yên sîstema kapîtalîst, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bişkînin, li ziman û nasnameya xwe xwedî derkevin û biparêzin.

‘Ji derveyî jiyana azad em jiyanê qebûl nakin’

Bila bê zanîn ku li her cihê Kurdên azad û jinên azad hebin û nefes bistînin, wê berxwedan berdewam bike, em ê jî weke Kongra Star ku  pêşengên şoreşê ne, her dem bibêjin, an azadî an azadî. Jiyana me wê azad be, ji derveyî jîyana azad em ê jiyana din qebûl nekin. Bila dost û dijmin vê bizanibin ku yekane felsefeya me ya jiyanê wê felsefeya rizgariya jin û “Jin, Jiyan, Azadî” be, ji derveyî wê dê tu hêz û îrade nikaribe me mehkûmê jiyana paşverû û koletiyê bike.

Werin em bi hev re sedsala 21'ê bikin sedsala jinan’

Em vê roja 8'ê Adarê ya bûye sembola berxwedan, azadî û wekheviyê di serî de li hevalên xwe yên di çeperan de li ber xwe didin, YPJ'ê, malbatên şehîdan, şervanên azadiyê û li pêşengê vê dozê Rêber Apo pîroz dikin. Bi dirûşma “Ger jin bixwazin her tişt pêkan e”, em hemû jinan vedixwînin qadan. Werin em bi hev re sedsala 21'ê bikin sedsala jinan.