Abeer Moussa di Yekitiya Jinên Afrîkayê ya Asyawî de hat erkdarkirin

Endama Parlamentoya Tûnisê û Seroka Partiya Destûra Bingehîn a Azad li Tûnisê Abeer Moussa (Ebîr Musî) ji bo wezîfeyek bilind di Yekitiya Jinên Afrîkayê a Asyawî de hat wezîfedarkirin.

Tûnis- Biryara Sekretera giştî yê Yekitiya Afrîkayê ya Jinan Amal Masoud, piştî yekdengiya heyeta yekitiyê ya ku ji hêla wezareta Derve ya Misrê ve tê çavdêrkirin ku Abeer Moussa (Ebîr Musî) di astên bilind de di Yekitiyê de (federasyonê de) hilbijêre ji ber têkoşîna wê û hewldanên wê yên ji bo domandina demokrasî, wekheviya zayendî û wekheviya ol, zayend û rengan. 
Banga birêvebirin û rexistinkirina xebatê kiribû
Piştî biryara serokomarê Tûnisê Kais Saied (Qeys Seyîd ) a cemidandina parlamentoyê, Abeer Moussa piştgiriya xwe ya ji bo tedbîran diyar kir, banga rêxistinkirina xebatê kir û lidarxistina hilbijartinên pêşwext ku wê bibe bersiva daxwazên gelê Tûnisê, yên ku li dijî pergala ku ji sala  2011'an de wan birêve dibe serî hildan.
Abeer Moussa parêzer û siyasetmedareke Tûnisê ye, di sala 1975'an de ji dayik bûye, wê xwendina masterê di beşê hiqûqê de bi dawî kiriye û şehadeya dîrasatên kûr ên di hiqûqa aborî û karsaziyê de wergirtiye. Her wiha ew di sala 2012'an de wekî Hevkara Sekreterê Giştî ya Jinan di Mîtînga Demokrasî ya Destûrî de hat wezîfedarkirin, dûre ew di sala 2016'an de beşdarî Tevgera Destûran bû û wek seroka tevgerê hat wezîfedarkirin, navê tevgerê piştre hat guherandin û bû Partiya Destûra Azad.