Roja yekemîn a Foruma Şoreşa Jinê bi dawî bû

Roja yekemîn a Foruma Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê ya bi dirûşmeya “Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin” bi panêla li ser têkoşîna jinan a parastina şoreşê bidawî bû.

Qamişlo -  Yekemîn roja Foruma Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê piştî nirxandin û nîqaşên girîng ên li ser dehsaliya şoreşê, rêxistina jinên şoreşê û parastina nirxê wê bi dawî bû.

Di panela dûyemîn a Foruma Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê de êrişên ku li dijî destkeftiyên jinan pêk tên hat nirxandin.

Di beşa yekemîn a panelê de li ser rola Yekîneyên Parastina Jinê ya di parastin û pêşxistina şoreşê de ji aliyê fermendara YPJ Jiyan Tolhildan ve hate nirxandin.

Jiyan Tolhildan wiha got: “Her civak xwedî dîrok in û her civakeke jî qehremanên wê hene û xeleka wê ya berxwedaniyê ne. Dijminên mirovahî civakê ji qirkirinan derbas kirin û sîstema netew dewlet da meşandin û tiştek ji bo jinan nehiştiye. Me bedelên pir giran dane heya me civaka xwe gihandiye vê derê, em jî ji bo civaka xwe têkoşîn dikin. Tovê netewa demokratîk li Rojavayê Kurdistanê hatiye çandin. Sîstema netew dewletan li ser parçekirina netewên cuda xwe ava kiriye û heya jê hatiye di nava xwe de jin fetisandiye. Civakên ku tê de parastina jinê ne be, ew civak mehkûmê têkçûnê ye. Jinên şoreşê hêza xwe ya parastinê hembêz kirin. Em jibîrnekin bi êrîşên li ser şoreşa me, xwestin jin nebin xwedî vîn. Lê jinên têkoşînvan bi serkeftinên mezin bersiva wê jî dan û civaka xwe li hemberî kiryar û êrîşan parastin.”

Di beşa duyemîn a panelê de li ser rastiya jinê ya li herêmên dagirkirî ji aliyê Endama Navenda Lêkolîn û Prastina Mafê Jin Aynûr Paşa ve hate nirxandin.

Aynûr Paşa di nirxandinên xwe de wiha got: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinê hate naskirin, ji ber herî zêde jin hîmên vê şoreşê pêk anîn. Herêmên me di Surî de herêma herî bi ewle ye, bi hezaran mirov ji bajarên din ên Sûriye berê xwe didin herêmên me. Di encama êrîşên li ser şoreşa jinê hin bajarên Sûriye û herêmên me weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Rewşa jin di herêmên dagirkirî de pir xerab e, jin nikarin li herêmên dagirkirî de serê xwe ji malê derbixin, jin têne revandin û sivîlan mecbûrî koçberiyê dikin. Dewleta dagirker heya niha van kiryarên xwe berdewam dike, bê ku sazî û rêxistinên navnetewî dengê xwe bikin.  Wisa kirin ku mirov li wan herêman ji jiyanê nefret bikin û bi zehmetiyîn jiyanê re rû bir û bimînin.”

Di beşa sêyemîn a panelê de li ser bîrdoziya şoreşa jinê ji aliyê Endama Navenda Jineolojê Zahîde Mamo ve hate şîrovekirin.

Zahîde Mamo wiha got: “Li dijî bîrdoziya desthilatdar, Rêber Abdullah Ocalan bîrdoziya azadiya jin pêşxistiye û weke hîmên esasî di jiyanê de binavkiriye. Li hember fikrê azad gelek êrîşên bîrdozî ji aliyê hişmendiyên faşîst ve hatin kirin û jin kirin hedefa xwe ya yekemîn. Li beramberî xweşikbûna cewhera jinê, jin weke amûr hat bikaranîn. Di rastiya bîrdoziya faşîst de olperestî hatiye meşandin û jin di nav dîwarên mal de hatiye kilîtkirin. Pêngavên şoreşa jin û bîrdoziya azadiyê van hemûyan red dike. Armanca van kiryarên hovane belavkirina tirsê û pûçkirina jinê ye. Bi hezarê salan e jin parastina jiyan û nirxên jiyana exlaqî kiriye û encama wê jî vaye îro em di şoreşa xwe de dibînin.”

Piştî wê nîqaşên girîng ji aliyê jinên beşdarvan ve li ser van beşan hatin kirin û roja yekem ya forumê bi dawî bû.

Foruma Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê di roja duyemîn de dê sibê berdewam bike.