Şinyara ku ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû şewitandin jiyana xwe ji dest da

Şinyar Huner a ku di şeva 18’ê Sibetê de li taxa Kurdsat a Silêmaniyê ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû şewitandin û bedena wê ji sedî 85 şewitibû, tedawî didît vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Di derengiya şeva 18’ê Sibatê de li taxa Kurdsat a Silêmaniyê jina bi navê Şinyar Huner, hevjînê wê gazê bi ser de kiribû û agir pêxistibû û di encamê de bedena wê ji sedî 85 şewitîbû, pênc roj bûn li nexweşxaneya şewatê ya bajarê Silêmaniyê dihat dermankirin. Di dema ku di nexweşxanê de ji gelek medyayan re axivibû her carê diyar kiribû ku hevjînê wê lê lêxistiye û bi wayek dijmirovane ew şewitandiye. 
Piştî pênc rojan Şinyara temenê wê 21 salî û dayîka du zarokan, vê sibehê jiyana xwe ji dest da.
Ajansa me xwe gihand rêveberê beşa lezgîn a nexweşxanye bajarê Silêmaniyê Şaxewan Sayîb û wî da diyarkirin ku cenazeyê Şinyar dê bibin nexweşxana Dad û piştre bibin goristana Seyîdsadiq bispêrin axê. 
 "Li gorî axaftinên dawî yên Şinyarê wê dadgeh biryarê bide"
Parêzerê Şinyar, Awdêr Elî der barê mijarê de daxuyaniya çapemeniyê da û got: “Şinyar jiyana xwe ji dest da, ji bo dosyayê tedîbîrên pêwîst hatine girtin. Hinek agahî hene, ji ber lêkolînê em nikarin belav bikin. Sûcdar hatiye binçavkirin lêkolîn jî niha berdewam dike. Her wiha axaftinên dawî yên Şinyarê jî hemû hatine qeydkirin û dê werin guhdarkirin. Şinyar behsa bûyerê kiriye û ev hatiye qeydkirin, wê dadgeh li gorî wê biryara dawî bide.”