Li Îranê jin li ber xwe didin: Bi ceza û gefê wê bi ser nekevin

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jin rûxmê gef û zextên hikumeta Îranê jî bi biryar in li gor ferzkirinên hîcabê tevnegerin. Jinan dibêjin, “Bi ceza û gefê wê bi ser nekevin.”

LARA GOHERÎ

Mehabad – Serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşma Jin Jiyan Azadî li Îran û Rojhilatê Kurdisatnê dest pê kirî, berdewam dike û rewşa civakê di gelek aliyan de hatiye guhertin. Bi destpêkirina serhildanê re hema bibêje guherînek mezin çêbûye û êdî jin li cihên giştî hîcaba xwe derdixin li gorî daxwazên xwe kincan li xwe dikin.

 ‘Serhildana li dijî hîcaba bi zorê deng veda’

Çalakvana mafên jinan û nivîskar Seher Mamendî piştî serhildanê bi piştgiriya hevjîn û malbata xwe bi kincên li gorî dilê xwe derdikeve derve wiha got: “Pêla mezin a şoreşa li dijî hicaba bi zorê gelek deng veda, piştî serhildanê min jî biryar da li hemberî vê yeke nerazîbûna xwe diyar bikim. Beriya serhildanê li gorî komara îslamî ya  Îranê me cil li xwe dikirin. Bi heyîna dijberiya ku min di malbata xwe de didît, wek jinek ku di malbatek gundî ya kevneşopî de mezin bûm, di malbatê de nuximandin gelek girîng e û weke nîşana rêzgirtinê dihat dîtin. Min beriya hemû kesê li pêşiya bavê xwe hîcaba xwe derxist. Min got ez weke jinekê ger di civakê de azadiya xwe bixwazim divê ji mal û derdora xwe dest pê bikin. Civak hatiye guhertin, roj bi roj em li cihên giştî yên wek zanîngeh, kolan û qehwexaneyan hevgirtina jin û mêran piştevaniya hev dibînin. Lê mixabin ji aliyê zagonan û siyasî ve her roj em di nava civakê de rastî astengî, ceza û gefan tên.”

 ‘Hebûna me jinan di hemû qadên jiyanê de girîng e’

Seher Mamendî da zanîn ku cureyên cilan di nava civakê de bûne tiştek asayî û wiha got: “Her roj em dibînin jin tevî dijberî û gefên hikûmetê, bê tirs û bi cesaret hicaba xwe derdixin. Di nav malbata min de kêfa wan ji kincên min re nayê û niha tu dijberî li hemberî kincên min nemaye. Hebûna me ya jinan di warê siyasî, rêveberî, aborî, civakî û zagonî de hatiye gotûbêjkirin lê mixabin me tu pêşketinek di van qadan de nedîtiye. Bi zora malbatê ez zewicîm û ji xwendinê bêpar mam lê min di malbata xwe de tu caran serî netewand. Niha di civaka Îranê û Kurdistanê de jî cihê dilxweşiyê ye ku jin wek pêşengên guhertinan di qadan de amade bûn û hemû jin bi hev re bûn yek. Çalakvan di nava têkoşînê de di rêzên pêşengiyê de cih digrin. Vê yeke nîşan dide ku êdî jin ji dîktatoriyê natirsin û li ber xwe didin.”

 ‘Hikumet nikare jinan kontrol bike’

Rojan Merufî der barê hîcabê de wiha got: “Heta niha li Mihabadê tu pêkanînek hikûmetê li ser bicîkirina hicaba bi zorê tunebû. Piştî serhildanê hemû tişt guherî pêkanînên der barê hicaba bi zorê de zêde bûn. Hêzên hikumetê her dem êrîşî jinan dikin. Mihabad zêdetir şoreşgertir e, hikumet nikare jinên Mihabadê kontrol bike. Ez dibînim ku gelek jin li kolan, zanîngeh, banka, dibistan û nexweşxaneyan bê hîcaba bi zorê digerin.”

 ‘Bi ceza û gefê wê bi ser nekevin’

Xwendekara beşa civaknasiyê ya Mihabadê Soma Refî wiha got: “Beriya niha ger min cilekî vekirî dihilbijart bandora rewşa civakî, kevneşopî û hukmî ya civaka hebû. Lê piştî serhildanê û xwepêşandanên dawî, nêrîna gel hatiye guhertin. Gelek mêr ditirsin ku jin pêşengiyê bikin lê ev tirs bi jinan re nemaye û ji bo mafên xwe têdikoşîn natirsin. Dema em hemû bi hev re derkevin derve û mil bi mil bi kincên xwe yên xwebexş derkevin, tu qanûn û hikûmet nikare zorê li jinan bike û dê bi ceza û gefan bi ser nekeve. Divê civak û hikûmet azadiya jinan û desthilatdariya wan li ser jiyan û bijarteyên wan bi fermî nas bike û têkoşîna wan a li hemberî  hîcaba bi zorê ji bo bidestxistina vê armancê gaveke girîng e.”