Nobeta edaletê 604’emîn de ye

Malbata Şenyaşar ku 604 roj in Nobeda Edaletê li ber Edliyeya Rihayê bê navber didomîne got, "Haya her kesî ji xeletiya ku kirine heye."

Riha – Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsa Rihayê êrîşê Malbata Şenyaşar kirin û di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, ji bo darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar ku di hucreye yekkesî de tê girtin, di 9’ê adara sala 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê îro di roja 604’an de didome.

Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe tevlî çalakiya îro nebû, Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat û li ber edliyeyê dest bi çalakiyê kir.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha parve kir: "Girtîgeha Diyarbekirê ya ku bi îşkenceyên di 12ê îlonê da ketibû dîrokê, ne muze bû, veguherî navenda çandê. Edliyeya # Rihayê ya ku yekemîn bû. di neheqiyê de, dê di pêşerojê de jî bibe muzexane. Her kes bi xeletiya ku kiriye dizane..."