Şêniyên Kobanê li ber baregeha hêzên Rûsyayê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

Bi sedan şêniyên Kobanê li pêşiya baregehên hêzên Rûsyayê bêdengiya garantorê hevpeymana agirbesta hêzên Rûsyayê şermezar kirin. Jinên ku beşdarî xwepêşandanê bûn destnîşan kirin ku heger Rûsya bi erka xwe ranebe divê ji axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkeve.

 
Kobanê - Dewleta tirk û çeteyên wî ji destpêka meha Tebaxê ve êrîşên xwe yên bejahî û hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwartir kirine. Tevî ku di Cotmeha 2019`an de hevpeyman di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hat çêkirin jî dewleta tirk hevpeymanê binpê dike û garantora hevpeymanê Rûsya bê helwest dimîne. Di vê çarçoveyê de îro bi pêşengiya rêxistina Kongreya Star bi sedan ji şêniyên kantona Kobanê, Rêveberiya Xweser, Partiyên siyasî, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, TEV-DEM û hwd. li qada Jina Azad kombûn û ber bi baregeha hêzên Rûsyayê ya 7 km. dikeve Rojavayê Kobanê ve çûn. Gel alên Meclisa Malbatên Şehîdan, PYD`ê, Kongreya Star, posterên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan her wiha pankartên bi nivîsa "Na ji bêdengiyê re", "Bêdengiya we me dikuje" û "Em bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî kiryar û sûcên dewleta tirk şermezar dikin" û alên cangoriyên azadiyê hilgirtibûn.
Gireseya gel bi dirûşmên ku sûcên dewleta tirk û bêdengiya hêzên Rûsyayê şermezar dikin li ber deriyê baregehê rawestiyan û dest bi çalakiyê kirin.
"Gel biryara xwe daye"
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û got: "Em berê gelek caran derbasî vê baregeha hêzên Rûsyayê bûn lê heta niha jî xwestekên me pêk nehatine. Rojane di bin ala Rûsyayê de komkujî, êrîş û bombebaran li Kobanê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdibin. Heger garantora hevpeymanê êrîşan ranewestîne û di aliyê ezmanî de parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neke divê ji axa me derkeve. Ev ne biryareke siyasî ye lê belê ev daxwaz û biryara gel, malbat û zarokên cangoriyan e. Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî 12 hezar şehîd û bi sedan birîndar in. Me li hember torora DAIŞ`ê şer kir û xwe parast, ji lewre em amide ne li hember dewleta tirk jî şer bikin."
Pişt re şandeyek ku rapor der barê kiryar û binpêkirinên dewleta tirk de her wiha daxwazên gelê Kobanê de amade kiribûn, bi dirûşmên "Bila hêzên Rûsyayê ji axa me derkevin"
derbasî hundirê baregehê bûn.
Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn hêrs û daxwazên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
"Bila hêzên Rûsyayê ji axa me derkevin"
Jina bi navê Rehma Mehmûd helwesta xwe bi hêrs anî ziman û got: "Qaşo hêzên Rûsyayê ji bo ewlehiya herêmê xwe li axa me bi cih kirin. Roj bi roj şer, komkujî, êrîş, qetilkirin, gef û hwd. çêdibin. Heger ewqas kiryar çêdibin, çima hêzên Rûsyayê li vir in? Ev yek ji me re teqez dike ku Rûsya û Emerîka jî ji bo berjewendiyên xwe li vir in. Heta ku hêzên Rûsyayê bersiveke rast nedin me em ê li ber baregehê bimînin. Ew îro li ser hesabê xwîna zarok û gelê me hatine ji bo berjewendiyên xwe bi cih bînin li vir in lê em tu carî rê nedin xwestek û xeyalên wan."
"Em tenê bi hêz û şervanên xwe bawer in"
Her wiha jina bi navê Fatma Ismayîl daxwaza xwe anî ziman û wiha got: "Em siyaset û bêdengiya hêzên navneteweyî û bi taybetî Rûsyayê şermezar dikin. Em weke gelê Kobanê û ez weke jineke Kurd hebûna hêzên Rûsyayê li ser axa me qebûl nakim. Hêzên Emerîkayê çend salan li vir man û ev 2 sal in jî hêzên Rûsyayê li vir in. Ka wan di nava van salan de çi ji me re kirin? Di bin çavdêriya hêzên Rûsyayê de zarok, dayik û ciwan tên qetilkirin. Baweriya me ji bilî şervanên YPJ/YPG`ê û QSD`ê bi tu hêzên din nayê lê divê hêzên garantor bi erka xwe rabin." 
Şandeyeke ku nêzî seatekê li hundirê baregehê ma, piştî ku derket hevserokê PYD`ê yê herêma Firatê Ehmed Şêxo, naverok û encama hevdîtina bi berpirsyarên Rûsyayê yên li herêma Firatê re eşkere kir.
"Me daxwazên gel pêkêş kirin"
Ehmed Şêxo wiha got: "Hevdîtina bi hêzên Rûsyayê re ku berpirsyarê Rojhilatê Firat û Kobanê jî amede bûn, bi rengekî erênî derbas bû. Me tevahî daxwazên gelê xwe gihandin wan û me ji wan re got ku rojane balafirên bê mirov ên dewleta tirk sivîlan hedef digrin, herêman bombebaran dikin û hûn jî bêdeng in. Her wiha tevahî cîhan dizane ku hêzên Rûsyayê ji bo garantora jiyana sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne lê gel dibîne ku hûn bi erka xwe ranabin."
"Soz dan me ku xwestekên me bi cih bînin"
Ehmed Şêxo bersiv û helwesta hêzên Rûsyayê û gotinên wan wiha anî ziman: "Hebûna me ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo yek armancê ye û ew jî parastina ewlehî û jiyana sivîlan e. Dema ku bûyer çêbibin divê ku em û hûn bi hev re bibin alîkar da ku em lêkolîn bikin û aliyê sûcdar zelal bikin. Wan soz dan me ku wê ezmanê Rojavayê Kurdistanê ji balafirên dewleta tirk biparêzin lê pêwîst e ku em di aliyê bejahî û hewayî de vî welatî bi hev re biparêzin. Lê divê gel li dijî ajan û mîtên dewleta tirk hişyar bin û neyên xapandin."
Hevserokê PYD`ê yê Herêma Firatê Ehmed Şêxo axaftina xwe bi silavkirina çalakiyê bi dawî kir: " Hêzên Rûsyêya daxwaz kirin ku hevdîtin bi vî rengî her tim werin çêkirin da ku pirsgirêk û êrîşên heyî werin çareserkirin. Em sekna gelê xwe silav dikin û dibêjin ku em dikarin bi hev re ax, hebûn û destkeftiyên xwe biparêzin."  
Çalakiya şermezarkirinê bi dirûşmên "Berxwedan jiyan e", "Şehîd namirin", "Serkeftin a me ye" bi dawî bû.