Şêniyên Şehbayê bi merasîmek bi heybet Fehîme Fewzî Reşo oxir kirin

Fehîma Fewzî Reşo ya di encama bombebarana dewleta tirk a li ser Şehbayê de jiyana xwe jidest da, li Şehbayê bi merasîmek bi heybet hat oxirkirin.

Şehba - Di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker ku li ser bajaroka Til Rifet a kantona Şehbayê di 26’ê Tîrmehê de pêk hat şeş jinên ku li zeviyan kar dikirin hatin hedef girtin. Fewziye Fewzî Reşo ya 17 salî ku di encama êrişê de bi giranî birîndar bû li nexweşxaneya Helebê dihat dermankirin, di 1’ê Tebaxê de jiyana xwe jidest da.

Şêniyên Şehbayê bi merasîmek bi heybet Fehîme Fewzî Reşo ya 17 salî ku ji gundê Remedan a girêdayî Cindirêsê bû, oxir kirin û soza tolhildanê dan.

 “Tola Fehîma wê bê hildan”

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir, endama Kongra Star a gundê Babinês ê navçeya Ehdas a Şehbayê Hêvîn Mihemed di merasîmê de axivî. Hêvîn Mihemed êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezarkir û got: “Em êrîşên dagirkeriyê ku bi tundî şermezar dikin. Di êrîşên dawî yên li ser Til Rifetê de şeş jin birîndar bûn û di encam de jinek ciwan şehîd bû, em ê tola Fehîma hildin û hesab ji kujeran bixwazin bi vîn û îradeya jina azad em ê tu carî xwîna Fehîma li erdê nehêlin û xwedî li şahadeta wê derkevin.”

Wesîqeya şahadetê ya Fehîma Fewzî Reşo ji aliyê mamoste Mihemed Ebdo ve hate xwendin û radestî malbeta wê kirin.

Merasîm bi dirûşmeyan û bi oxirkirina Fehîme Fewzî Reşo bi dawî bû.