Şengalî bi keda xwe nexweşxaneyek nû vekirin

Şengal a ku 7’emîn salvegera xwe ya rizgarkirina ji destê çeteyên DAIŞ’ê çend roj berê pêşwazî kir, di hemu qadên jiyanî de pêvajoya xwe ya avakirinê temam dike. Piştî 2 salên kar û xebatê, li Şengalê nexweşxaneyek nû hat vekirin.

Şengal – Şengal a ku di 7’emîn sala xwe ya rizgarkirina ji destê çeteyên DAIŞ’ê dijî, gav bi gav di hemu qadên jiyanî, civakî, aborî de li ser bingehê rêveberiya xweser pêwistiyên gel pêşwazî dike. Li ser bingehê pêwistiyên gel ên di qada tenduristî de îro bi alîkariya xêrxwazên ji civaka Êzidî û bi piştgiriya gel û jinên Êzidî piştî amadekariya 2 salan di navbera Sinûnê û Geliyê Kersê ya girêdayî Şengalê nexweşxaneyek nû hat vekirin.

Li nexweşxaneya ku tê de beşên ziman, jidayîkbûn, çav, lêkolînxane, emelî û her wiha dermanxaneya wê jî heye, ji bo jinên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin xwedî beşek taybet e ku di warê fîzîkî û derûnî de alîkariya wan bê kirin. Her wiha cihê çêkirina oksîjenê jî di nexweşxaneyê de heye û cara yekemîn e ku li ser asta Şengalê heya bi Beacê ve febrîqeya çêkirina oksîjenê tê vekirin.

Nexweşxaneya Şengalê ya Ehlî bi amadebûna dehan saziyên Şengalê û rêxistinên sivîl û oldaran ve hate destpêkirin. Li ser navê oldaran Mam Xelef û mudîrê navçeya Sinûnê Xwedêda Çukê axivî û spasiya pêşkeşî hemû kesan kir ku ji bo temam kirina vê pirojeyê alîkarî kirine.

‘Wê bi destekdayîna hev Şengal ava bibe’

Li ser navê rêveberiya nexweşxaneyê Şêrîn Şivan axivî û diyar kir ku encaq bi destekdayîna hev Şengal wê bê ava kirin û wiha got: “Em destpêkê bejna xwe li hember hemû şehîdan ditewînin. Hatine hemûyan îro hêz û moralekî mezin dide me da ku em gavên mezin ji bo civaka xwe bavêjin. Me bi vê projeyê xwest ku em barê civaka xwe siviktir bikin û pêdiviyên xwe bê ku em ji Şengalê derkevin pêk bînin. Bi taybet jî ji bo jinên ku ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne me beşekî çêkiriye.”

Dîsa dayîka Cîlan Berces a piştî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê dîl hat girtin hat qetilkirin, Şemê Dêro û Berfîn Şivan ya ku berê di destê DAIŞ’ê de mabû jî axivîn û sipasiya her kesî kirin ku xwedî li vê projeyê derketiye û daxweza mafê jinên Êzidî dikin.

Piştî axaftinan ji aliya dayîka şehîd Cîlan ve Şemê Dîro ve benê vekirinê nexweşaneyê birî û li hemû beşên nexweşxaneyê ve hate gerandin.

‘Bi zor û zehmetiyan proje temam bû’

Şêrîn Şivan ku weke aktîvîstekî sivîl û xêrxweza civaka xwe kar û xebat dide meşandin her wiha yek ji avakerên nexweşxaneyê ye ji ajansa mere axivî. Şêrîn Şivan a kar û xebata ku ji bo avakirina nexweşxaneyê hatine kirin nirxand, wiha got; “Me di encama zor û zehmetiyên ku civaka me ji bo pêdiviyên tenduristiya xwe ve kişandiye ev proje pêş xist. Ji ber rewşa tendûristiya Şengalê têrker nîne, lewma gelek kes berê xwe didan bajarên dur û vê yekê zehmetiyekî gelek mezin dida çêkirin. Bi alîkariya Êzidiyên me yên derveyî welat û bi alîkariya Mezargeha Îmam Husêniye ya Kerbela yê ku navbera me û wezareta tendûristî ya Îraqê ve bû alîkar, me vê projeyê temam kir. Gelek beş di nexweşxaneyê de jî hene bi taybet ji bo jinên ku di destê DAIŞ’ê rizgar bûne. Em spasiya her kesî dikin ku ji bo xizmetkirina vê civakê xwedî kedekî ye û hêvîdarin ku bibe deriyekî xêrê ji civaka me re.”

Şêrîn Şivan li ser bidestxistina mafên jinên ku ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne diyar kir ku berê her tiştî pêwîste DAIŞ’ê bê dadgehkirin û wiha got: “Eger hikumeta Iraqê bi erka xwe ve rabûbe û pêwîstiyên civakê pêk anî be wê demê me piorjeyên cuda ji bo jinên DAIŞ’ê rizgar bûne ava kiriba. Lê mixabin hikumeta Iraqê heya niha ne ji bo civaka Êzidî ne ji jinên ji dest DAIŞ’ê rizgar bûne tu xizmetekî nekiriye. Lê baweriya me bi hêza jina Êzidî heye ku li ser piyan be û tekoşîna xwe xurtir bike. Û bi hêvî ne ku hemû civaka Êzidî li ser axa xwe kar û xebatan bimeşîne ji ber ku derveyê Şengalê ji bo me tu cihekî nîne.”

‘Heya DAIŞ neyê dadgehkirin dê birînên me vekirîbin’

Her wiha Berfîn Şivan ya ku 2016’an de ji destê DAIŞ’ê rizgar bûye jî axivî û diyar kir ku heta DAIŞ’ê neyê dadgehkirin wê mefên wan neyên bi dest xisitin: “hikumeta Iraqê heya niha ji bo me tiştekî nekiriye, çi bike jî wê nekaribe mafên me bide me ji ber ku heya sebeba fermanê neyên dadgehkirin birînên me wê her vekirî bin. Her kes rastiya hetiye jiyan kirin dizane lewa erka her kesî diyare.”

Wê ji sibê û pêve ev nexweşxane dest bi kar û xebatên xwe bike.