Li Tehranê ji bo 30 xwendekaran qedexe

Herî kêm li 30 xwendekarên ku li dijî jehrîkirina xwendekarên keç ên Zanîngeha Allame Tabatabaî nerazîbûn nîşan dan, ketina zanîngehê hat qedexekirin.

Navenda Nûçeyan – Li Zanîngeha Allamah Tabatabai ya Tehranê di 7-12’ê Adarê de li dijî jehrêkirina xwendekaran li 30 xwendekarên ku beşdarî xwepêşandanan bûbûn, ketina zanîngehê hat qedexekirin.

Xwendekarên kampusa navendî ya Zanîngeha Allame Tabatabaî ku di 7’ê Adarê de ji bo protestokirina bûyerên jehrîkirinê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku zarokên keç lê dixwînin li hev kom bûn, rastî tundiyê hatin. Bi girtinê gef li xwendekaran xwarin. Ji xwendekaran re tu daxuyanîyeke fermî nehat şandin jî, ketina kampusê ji aliyê asayîşa zanîngehê ve hat astengkirin. Navê hin xwendekarên ku ketina zanîngehê hatin qedexekirin wiha ne; Haştî Amirî, Fereştê Tûsî, Nazanin Laleş, Meryem Mehmûdî.

Hat zanîn ku di dema serhildana gel a ku bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” dest pê kir de, ji aliyê komîteyên dîsîplînê yên zanîngehan ve, ji bo hezaran xwendekaran ketina zanîngeh, saziyên perwerde û hîndekariyê hatiye qedexekirin, xwendekar jî rastî zext û tundiyê hatine û hatine girtin.