Şebnem Korur Fîncanci çima hat girtin?
Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncancî ya hat girtin, bi salan ji aliyê mafên mirovan bû û di xebatên xwe de eşkenceyê belge kir.

Navenda Nûçeyan –Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci li Tirkiyê der barê çarçoveya lêpirsîna sûcdariya “propagandaya rêxistinê” ku der barê wê hat vekirin de, ji aliyê edlileya Enqerê ya hat sewq kirin de, hat girtin. Şebnem Korur Fîncanci birin Girtîgeha Jinan a
Şebnem Korur Fîncanci ya ku ji ber daxuyaniya ku der barê li Herêma Kurdistana Federe bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve hat hedef girtin, di îfadeya xwe de diyar kir ku weke pispora ATK'ê cih daye nêrînên xwe.
"Ez pispora ATK’ê me"
Şebnem Korur Fîncanci re daxuyaniyên wê yên di bernameya ku ji ber dîmenên li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê ya Federe de hatin parvekirin, hat pirsîn. Şebnem Korur Fîncanci der barê mijarê de wiha got: “Sedema gazîkirina min ya ji bo weşanê pisporê tîba edlî me. Destpêkê de min bikarnanîna îbareya Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê nedît. Dema ku li ser ekranê rûyê min ji min re hat nîşan dan min ew îbareyê dît, lewma min wekî 'wek bijîjk' diyar kir. Ji ber ku tu eleqeya vê bi TTB'ê re nîne."
Dozname hat amadekirin
Piştî girtine der barê Şebnem Korur Fîncanci de dozname hat amade kir. Serdozgerî di doznameyê de daxwaza ji kar girtina Şebnem û endamên Serokatiya Konseya Navendî kir. Dozname belgeya ku dozgerê komarê raya giştî agahdar dike, lê ji ber wesfa cezayê hilnagre derbarê doza ku li dadgehên hiqûqê de bê ditîn vekiriye ye.
Giranî da mijara eşkenceyê
Baş e, Şebnem Korur Fîncanci ya hedef hat nîşan dan kî ye? Heta îro çi kir? Di nava têkoşînê çawa de cih girt?
Şebnem Korur Fîncanci di sala 1983an de ji Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Cerrahpaşa ya Stenbolê mezûn bû. Di qada Tîba Edlî de perwerdeya pisporiyê girt. Şebnem Korur Fîncanci ku di sala 1996'an de nasnavê profesoriyê girt, di sala 1999'an de di Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê ya Stenbolê de Polîklînîka Tiba Edlî ava kir. Di nava salan de xebatên xwe bi giranî di mijara eşkenceyê de sekînî. Di Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê de bû Seroka Beşa Tiba Edlî.
Tevlî xebatên navneteweyî bû
Şebnem Korur Fîncanci di sala 2004'an de ji erka xwe hat girtin. Di sala 2005’an de bi biryara Dadgeha Îdarî û Konseya Xwendina Bilind (YOK) dîsa hat erkdar kirin. Tevlî gelek xebatên navneteweyî bû. Li ser navê Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) beşdarî xebatên otopsiyê yên cenazeyên li herêma Castleja ya Bosnayê ji gorên komî hatin derxistin, bû. Li Fîlîpînan, weke endamek Koma Pisporên Tipa Edlî ya Navneteweyî ya ji aliyê IRCT’ê ve hatiye avakirin, li ser eşkenceya li girtîgehan tê jiyîn, nirxandinên bijîşkî kir. Şebnem Korur Fincancı tevlî pêvajoya damezrandina NY Kilavûza Lêpirsîn û Belgekirina Bibandor a Îşkenceyê (Protokola Stenbolê) bû. Piştî protokolê di perwerdeyên lêpirsîn û belgekirina îşkenceyê de wek perwerdekara Protokola Stenbolê û koordînatorê perwerdeya tibî erk kir.
Der barê wê de bi dehan lêpirsîn hat vekirin
Ji ber xebat û sekna wê der barê wê de gelek lêpirsîn hat vekirin. Di sala 2016'an de ji ber di çarçoveya kampanyaya Midûra Karên Nivîsê ya Rojnameya Ozgur Gundemê de erk girt, di çarçoveya lêpirsîna ku bi sûcdariya “propagandaya rêxistina terorê kir" hat vekirin de, hat girtin. Nêzî 10 rojan di girtîgehê de ma.
Dîsa di sala 2016'an de ji belavoka Înîsiyatîfa Akademîsyenên ji bo Aştiyê ya bi navê "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" re îmze avêt. Di encama lêpirsîna ji ber îmzeyê der barê wê hat vekirin de, di sala 2018’an de cezayê girtîgehê girt. Di sala 2019’an de bi neçarî teqawît bû. Di doza ji nû ve hat kirin de jî vê dozê beraet kir.
Berê serokatiya Komeleya Pisporên Tiba Edlî, Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Stenbolê û di navbera salên 2006-2008’an de endamtiya Konseya Rûmetê ya Yekitiya Tabîbên Tirk domand. Di navbera salên 2009-2020’an de serokatiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bû. Di sala 2020’an de jî,Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê hat hilbijartin.