Aysel Tugluk hat berdan

Siyasetmedara jin a Kurd Aysel Tugluk a ku nexweşa demansê ya li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê dimîne, ji girtîgehê derket.

Navenda Nûçeyan - Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ya bi nexweşiya demansê ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kandrayê dihat girtin duh hat berdan. Parêzaran li ser rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya "Nikare di girtîgehê de bimîne”, daxwaznameyêk ku biryara taloqkirina înfazê nû dike ji dadgeriya înfazê ve hatibû dayîn, pêşkeş kir. Dadgeha Înfazê ku daxwaza ATK’ê û parêzaran nirxand, biryara berdana Aysel Tugluk da.

Li ber girtîgehê malbata Tuglukê, parêzerên wê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Serpîl Kemalbay, parlementera HDP'ê ya berê Bûrcû Çelîk, endam, Meclîsa Partiyê (PM) rêxistinên partiyê yên Kocaelî û Gebzeyê, MA-TUHAYDER û gelek kes Aysel Tuglukê pêşwazî kirin. Aysel Tugluk bi dirûşma "Jin jiyan azadî" hat pêşwazîkirin, ji bo dermankirinê ji aliyê malbatê ve birin Stenbolê.

‘Biryarek derengmayî ye’

Serpîl Kemalbay ya daxuyaniya piştî berdane li ber girtîgehê axiv3i û wiha got: “ji bo wekîla me Aysel Tugluk bigihijê tenduristiya xwe derfetek avabû. Aysel Tugluk diviyabû qet di girtîgehê de nebûya. Wek siyasetmedara Jin a Kurd girtibû, rehinbû û tevî ku nêzî du salin teşhîsa demansê hatibû danîn jî li girtîgehê dihat girtin. Biryarek pir dereng hatiye girtine. Lê di encam de em gelekî kêfxweş in ku biryareke wiha hatiye dayîn. Em azadiya hemû girtiyên nexweş dixwazin. Jin jiyan azadî."

‘Em kêfxweş bûn, lê xemgîn in

Zuleyha Gulum jî diyar kir ku “Em berdana Ayselê gelekî kêfxweş in, lê ji ber girtina Şebnem jî xemgîn in” û wiha axivî: “Çawa ku Aysel bi biryara dermana dadgehê hat girtin, îro jî heman tişt ji bo Şebnem Korur Fincanci jî derbas dibe. Dîsa ferman ji hikûmetê hat. Hikûmet ji bo berjewendî, kursî û pêşeroja xwe hewl dide mûxalefeta civakî bêdeng bike. Ji bo vê jî îro mamoste Şebnem re biryara girtinê da. Lê em vê girtinê qebûl nakin."