Îsraîlê li Şerîeya Rojava zarokek qetil kir

Îsraîlê êrîşî bajarokê Qabatiya yê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî kir û ciwanê Filistînî Nebîl Ebû Abed ê 13 salî qetil kir.

Navenda Nûçeyan- Îsraîlê di serdegirtina li Şerîeya Rojava ya dagirkirkirî de, ciwanê Filistînî Nebîl Ebû Abed ê 13 salî qetil kir. Di serdegirtinê de yek jê giran 2 kes birîndar bûn. Midûrê Nexweşxaneya El Razî ya Cenînê Fawaz Hammad der barê bûyera ku li Qabatiya bajaroka Cenînê qewimî da daxuyanî da nûçegihanê ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê yê û diyar kir Abedê ku bi guleya rastî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. 

Ji Cotmeha 2023'an ve ku artêşa Îsraîlê dest bi êrîşa li ser Xezayê kir, li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat a dagirkirî binçavkirin, êrîş li dijî Filistîniyan zêde bûne.